Dewleta Tirk di bin navê Idlibê de pere ji xwendekaran kom dike

Dewleta Tirk a li aliyekê koçberên Sûriye yên li Tirkiyeyê li otobusan swar dikin û bi zorê dişînin sînorê Yewnanistanê, li aliyê din li dibistanan di bin navê ‘alîkariya ji bo koçberên li Idlibê’ ji xwedekaran pere kom dike.

Şaxên Perwerdehiyê ya Olî ya girêdayî Midûryeta Perwerdehiya Milî ji bo gelek dibistanên seretayî û amadeyî yên li Stenbolê nivîs şandin û ji bo Idlibê pere kom dikin.

Ji bo gelek saziyên perwerdehiyê yên dibistanên seretayî û navîn ji aliyê Şaxên Perwerdehiya Olî ya girêdayî Midûryete Perwerdehiyê ya Mîllî ve nivîs hatine şandin û hate ragihandin ji bo Idlibê pereyan kom dikin. Li gorî çavkaniyên xwecihî û dîsa agahiyên ji nûçegihanên me yên herêmê hatin girtin, li Idlibê niha xwecihêyên herêmê ji ber şertên şer neçar mane koçber bibin. Tevî vê li gorî nivîsê tê gotin ku li Idlibê xwecihiyên herêmê di nava şert û mercên pir zor de ne, tê dîtin ku mirov tên xapandin.

Dewleta Tirk a ji li her qadê koçberên Sûriyeyî bikar tîne berovajî gotina ‘Ji Idlibê milyonek koçber berê xwe dane sînorên me’ beşek mezin ên malbatên çeteyên li Idlibê sewqî Efrîn, Cerablûs, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî dikin. Yek ji agahiyên din ên girîng ji aliyê Tirkiyeyê ve rê nayê dayîn. Ji bo wê sedemê ji Tirkiyeyê kes nikare biçe Idlibê.

Di civînên girtî yên Yekîtiya Malbatan a Dibistanê ji bo her xwedekarekî zerfek tê dayîn. Di komên Whatsapp a her refê de jî ji bo malbat jî bibînin tê parvekirin. Xwendekarên ku alîkariyê jî nekin tim tên şiyarkirin. Heta niha nehe zanîn bê ka çi qas pere hatiye berhevkirin.