Zarok ji mafê bingehîn ên jiyanê û ewlekariyê bêpar in

Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê ya Stenbolê Meletm Akboga a mirina Mîraç Mîroglû û qezayên wesayîtên zirxî yên hema bêje li bajarên Kurdan bûne karek ji rojane, nirxand, bal kişand ser polîtîkaya bê cezatiyê.

Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê 3’yê Îlonê wesayîta zirxî li Mîraç Mîroglû yê li ber derê xwe li duçerxê siwar bû, qelibû û jiyana xwe ji dest da. Polîsê ku piştî bihîstina bûyerê hate destgîrkirin û piştre hate berdan û li ser erka xwe ye.

Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan jî piştî bûyerê daxuyaniyek dabû û gotibû ku wesayît hêdî diçû, li ser vê bûyerê bavê Mîraç Salih Mîroglû ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got: “Eger wesayît hêdî diçû, wê zarokê min 11 metreyan neavêtiba erdê.” Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi daxuyaniya dabû, diyar kir ku bûyer ne mirineke û hema qezayeke. Li gorî daxuyaniyê di navbera salên 2018-2021’ê di encama qezayên wesayîtên zirxî de 42 kes hema bêje hemû zarok in. Di van salan de bi giştî 20 zarok mirine.

NE QEZA YE

Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê ya Stenbolê Meltem Akboga ya ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku li gel qedexeyên derketina derve ya ji sala 2015’an û vir ve ev şêweyê mirinê, ne qeza ji ber polîtîkayên bê cezatiyê ye. Akboga got: “Qedexeya derketina derve ya salên dirêj a ji 2015’an û vir ve domandin û dîsa dema mirov li mirina ji ber sedemê qezaya wesayîtên zirxî ya li bajarên Kurdan binêre, mirov wê bibîne ku ev mirin ne qeza, endamên polîtîkayên bê cezatiyê ne. Rêdayîna polîsên ku baş nizanin wesayîtên zirxî bikar bîne, bi vekirî binpêkirina mafê jiyan û ewlehiyê ya zarokên li ser rêya dibistin, kolan, li dorî malên xwe dilîzîn û heta li ber derê malê li filme kartonan dinêrine. Li herêmê di bin navê tedbîran de, saetên ku zarok tim li kolanan aktîf, dîsa her saeta rojê li nava taxan timî bikaranîna wesayîtên zirxî, mînaka wê yekê ye ku ti tedbîrên ku pêşiya mirinên ji ber bikaraîna wesayîtên zirxî nehatine girtin nîşan dide.”

BI DEHAN CAR DUBARE BÛNE

Kaboga anî ziman ku zarok ji mafên xwe yên herî bingehîn mehrûm dibin û wiha pêde çû: “ Li herêmê zarok ji mafê xwe yên herî bingehîn mafê jiyan û ewlekariyê tên bêparhiştin. Berî niha malbatan bi dehan carî timî wesayîtên zirxî li nava kolanan digerin gilî kiribû, lê ti encamek negirtin. Ji beriya Mîraç ji ber qezayên wesayîtên zirxî û mirina zarokan  dewlet û hêzên ewlekariyê ji bo carekî din ev yek pêk neyên, tedbîrên pêwîst bê girtin, hatibûn hişyarkirin û gavên pêwîst bavêjin.”

BÊCEZATÎ CESARETÊ DIDE DOZÊN MÎNA WAN

Meltem Akboga diyar kir ku berdana polîsê ji mirina Mraç, tê wateya hêzên ewlekariyê ji dozên mîna wan cesaretê bigire û ev nirxandin kir: “Dema em li bûyerên wiha dinêrin dibînin ku tu berpirsên ji van bûyeran ceza negirtiye. Polîsê ku Mîraç dayî jî serbest hatiye berdan. Ev polîtîkaya bê cezatiyê li gel tinehesibandina jiyan ewlekariyê, rê li ber cesaretgirtina berpirsan ên ji dozên dişibin wan û dawiya mirinan neyên.”