Zana li Strasboûrgê tevlî civîna gel bû
Parlamentera HDP'ê Leyla Zana ya li Strasboûrgê ye, tevlî kombûneke gel bû û banga xwedîderketina li sindoq û dengan kir.

Li dû civînên li Marsîlya û gelek bajarên din Parlamentera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê bi gel re rûnişt.
Zana di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê û got, "Zêdeyî 100 sal in yekane tişta hêjayî gelê Kurd hatiye dîtin, şer e. Lê em ji şer natirsin. Dİ nava 2 mehan de bi dehan mirov hatin kuştin, zarok hatin kuştin. Herêmên ku HDP lê bûye yekemîn, hedef hatin girtin. Farqîn, Cizîr, Colemêrg, Gimgim, Lice û gelek cihên din. Yekane armanca wan; çavtirsandina gel e. Sedema van hemû bûyeran, ji aliyekî ve encamên hilbijartinê, li aliyê din jî statuya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ye."
'EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN'
Zana di dewama axaftina xwe de hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê nirxand û bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkeve û her kes bikin ku xizmên wan ên li Kurdistanê jî dengê xwe bi kar bînin. Zana got, "HDP partiya gelan e. Kurd, Tirk, Sûnî, Elewî, Suryanî, hemû di nava vê partiyê de dicivin. Her sê partiyên din ji hev ne cuda ne. Di hilbijartina destpêkê de ders dernexistin, êdî wê di 1'ê Mijdarê de dersê derxînin."