Zana, bi Serokê PE Schulz re rûnişt
Parlamentera HDP’ê Zana hevdîtinên xwe yên li Strasbourgê temam kir.
Parlamentera HDP’ê Zana hevdîtinên xwe yên li Strasbourgê temam kir.
Parlamentera HDP’ê Zana hevdîtinên xwe yên li Strasbourgê temam kir.
Parlamentera HDP’ê Leyla Zana ya li ser vexwendina Parlamentoya Ewropa (PE) hat Strasbourg, piştî gelek civîn û hevdîtinan bi Serokê PE Martîn Schulz re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de polîtîkayên şer ên AKP’ê, çareseriya pirsgirêka Kurd, wezîfeyên dikeve ser milê YE û PE, rewşa Rojava û hilbijartin hatin rojevê.
Di hevdîtinan de nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Fayik Yagizay, şêwirmend û asîstanê wî jî amade bûn.
Zana bi vî awayî hevdîtin û civînên koman ên li PE ku roja Sêşêmê destpê kiribû temam kir û ji bo xebatên hilbijartinan ên welêt ket rê.
Zana ji derveyî xebatên PE, çalakvanên nobetê yên ev demeke dirêj e bi armanca serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê çalakiya xwe didomînin ziyaret kir.
BANGA DENGDANÊ KIR
Zana li Strasbourgê tevlî civîna gel a vekirî ya DKTM'ê bû. Zana li vir pêvajoya dawî nirxand û diyar kir ku pêwîst e deng bên bikaranîn.