Zama ji bo dadger û dozgeran li Amedê hat şermezarkirin
Zama ji bo dadger û dozgeran li Amedê hat şermezarkirin
Zama ji bo dadger û dozgeran li Amedê hat şermezarkirin
Endamên Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) Şaxa Amedê, zama ji bo dadger û dozgeran hatiye kirin şermezar kirin.
Rêveber û endamên BES’ê yên li Adliyeya Amedê kom bûn, ji bo zama ji dadger û dozgeran re tevayî kedkarên darazê bigire nav xwe li ber edliyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê endamê Desteya Rêveber a Şaxa Amed a BES’ê Abdurrahîm Alçîçek, diyar kir nîzama aborî û mafêmemûran, duh ji bo raya giştî ji aliyê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag hat aşkerakirin
Alçîçek got ku weke di tevahî xizmetên gelemperiyê de xizmeta darazê jî yekpare ye û karekî ekîbûnê ye. Alçîçek wiha dewam kir: “Xizmeta darazê bi katib, mişabir, teknîsyen, psîkolog, petagog, dozger û dadger re yek e. Nîzama nû wê ferqa heqdest a di navbera dadger, dozger û kedkarên darazê de zêde bike, ew jî wê bibe sedem ku nakokiyên kedkarên darazê yên wekî din tên hesibandin wê kûrtir bibe.”
EM PÊKANÎNÊN CUDAKAR NAXWAZIN
Alçîçek got ku bang li personelê Wezîrê Edaletê dike, piştgiriyê ji wan dixwaze û wiha dewam kir: “Li hemberî van pêkanînên cudakar em bi daxuyaniyên çapemeniyê yên li tevahî bajaran li ber edliyeyê lidar dixin cara dawî desthilatdariya siyasî û Wezîrê Edaletê hişyar dikin. Em dibêjin dest ji pêkanînên cuda kar berdin. Em li vir bang li tevahî kedkaran dikin. Em di merheleyeke ku gotin qediyaye de ne. Em bang li tevahî kedkaran dikin ên heta niha tevlî ti çalakiyan nebûne û ji ber hin sedeman xwe ji çalakiyan dûr xistine, greva giştî jî di nav de pêwîst e bi awayekî aktîf tevlî çalakî û aktivîteyan bibin.”