YXK, bankaya Sparkasse dagir kir

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), bankaya Sparkasse ya hesabê kampanyaya alîkariya ji bo Rojava girt dagir kir.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), bankaya Sparkasse ya hesabê kampanyaya alîkariya ji bo Rojava girt dagir kir. Ciwan bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dirûşm û pankartan ketin bankayê.

Ciwanan di tevahiya çalakiyê de pankart û dowîzên, "Li hember ambargoya li dijî Rojava bes e-Qedexeya li hember PKK’ê rakin”, "Astengkirina alîkariyan destekkirina DAIŞ e”, “Şirîkên we DAIŞ fînanse dikin”, "Di xeta Zîlan, Bêrîtan, Arîn, Ferînazan de ber bi şoreşa jinê", "Bijî YPG/YPJ", "Bijî Kobanê, Şengal, Mahabad" hilgirtin.

DAXWAZA HEVDÎTINÊ

YXK, daxwaza hevdîtina bi berpirsyarê bankayê û şaredar re kir, di daxuyaniya çapemeniyê de jî diyar kir ku girtina hesabê piştevaniyê nayê qebûlkirin û qedexeya li hember PKK’ê meşruiyeta xwe winda kiriye

TECRÎD Û ÊRÎŞ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Di çalakiyê de tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên nîjadperest ên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin, hikûmeta AKP’ê hat hişyarkirin.

Ciwanên Azad û rêxistinên çep ên Elman jî tevlî çalakiyê bûne.