Yûsif Hecî: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin
Yûsif Hecî: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin
Yûsif Hecî: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin
Li Rojavayê Kurdistanê xebatên ji bo xweseriyê bi lez dewam dikin. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Rojava Yûsif Hecî der heqê xweserî û sîstema piştî wê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew Sûriyê parçe nakin, lê dixwazin di nava 6 mehan de ji bo xweseriyê hilbijartinan pêk bînin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Rojava Yûsif Hecî da xuyakirin ku gava Kurdan li Sûriyê dest bi şoreşê kirin armanca wan sîstemeke xweser bûye û destnîşan kir ku Kurd bi tenê li herêmekê najîn, li bajarên cûrbecûr bi hejmara sedhezaran dijîn.
Hecî ragihand ku niha li bajarên di destê wan de ne Kurd xwe bi xwe rêve dibin û got, "Me beriya niha ji xwe îlan kiribûn ku projeya me xweserî ye. Ji xwe em xwe bi xwe rêve dibin. Me ev projeya xwe li welatên din jî belav kiribûn. Me derdê xwe ji wan re gotin. Destpêkê wan me fêm nekirin."
Hecî da xuyakirin ku, ew di şerê navbera rejîma Sûriyê û Artêşa Azad de nebûne alî û Kurdan li Sûriyê di nava şerê navxweyî de rêyeke sêyemîn hilbijartine. Hecî got, "Ya emê biba alîgirên rejîmê yan jî biba yê Artêşa Azad. Lê me herdu jî qebûl nekir. Me rêyeke sêyemîn danîn holê. Ji bo xwe bi xwe rêve bibin, me dest bi şoreşê kirin. Me destpêkê li dora xwe xelekeke ewlekariyê ava kirin."
Hecî diyar kir ku ji ber di şerê navxweyî yê li Sûriyê de ew nebûne aliyê ti kesî, hin welatan bi pêş hiqmî nêzî wan bûne û got, "Lê belê, hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalan bi Tirkiyê re da destpêkirin deriyên ji aliyê Tirkiyê ve girtîbûn, hinekî vebûn. Tevî Elmanya, Rûsya, Îran û gelek welatên din ên cîhanê, me bi Tirkiyê re jî dest bi hevdîtinan kirin. Lîderê PYD'ê Salih Muslim gelek caran diçe Tirkiyê. Hevdîtinên me dewam dikin. Lê belê dijminên me yên ji vê rêveçûna baş acizin, bi rêya komên radîkal ên îslamî êrîşî me dikin. Ji bo em qels bibin, çi ji destê wan tê, dikin. Lê hêzên YPG û YPJ'ê rê nadin van. Niha bi hezaran jin û xortên me yên ciwan li refên YPG'ê, nahêlin dijminên me xwe nêzî sînoran bikin. Derdê komên radîkal ên Îslamî dagirkirina herêma me ye. Lê emê ti carî destûrê nedin. Rewşa me roj bi roj baştir dibe. Piştî ku me herêma xwe ji van çeteyan xalî kirin, rewşa me wê baştir bibe."
BINGEHA XWESERIYÊ TEMAM E
Yûsif Hecî da xuyakirin ku wan bingeha xweseriya demokratîk a Kurd, Ereb, Êzidî, Misliman, Xiristiyanan di nava xwe de vedihewîne, temam bûye û ew derbasî qonaxa duyemîn bûne. Hecî got, "Me di 21'ê Tîrmeha 2012'an de hêzên rejîmê ji herêma xwe derxistin. Hingî barê me girantir bû. Ji ber ku xizmetên ekonomîk, civakî, siyasî, perwerdeyî, binesazî, hemû li ser piyê me man. Ji ber vê yekê me bi lezgînî komîte ava kirin. Ev komîte, ji bo xizmeta ji gel re seferber bûn. Ji bo gel pirsgirêkên di nava xwe de hal bike, me dadgehên gel ava kirin. Li herêmên bejahî jî, di şûna dadgehên gel de malên gel hatin avakirin. Piraniya pirsgirêkan li vir çareser bûn."
Hecî ragihand ku wan li Rojava amadekariyên xweseriya demokratîk xelas kirine û ji bo çareseriya her şêweyên pirsgirêkên derkevin holê, wan komîte ava kirine. Hecî diyar kir ku bêyî cihêkariya ziman, ol, nîjad bê kirin wê herkes karibe di rêveberiyê de cih bigire û di nava 6 mehan de jî wê bi hilbijartinekê Parlamenta xwe ji tevahiya cîhanê re îlan bikin.
RÊVEBERIYA XWESER JI BO TI WELATÎ NE GEF E
Hecî da xuyakirin ku rêveberiya xweser a li Rojava ji bo ti welatî ne gef e û ew naxwazin Sûriyê parçe bike û weha peyivî:
"Bi tenê, ji bo em gelê xwe biparêzin, em rêveberiyeke bi vî rengî ava dikin. Tirkiyê destpêkê em nas nedikir. Lê belê serdanên Salih Muslim ên li Tirkiyê gelekî bi bandor bûn. Em cîranê Tirkiyê ne. Îranê jî banga hevdîtinê li me kir. Li wê derê jî Birêz Muslim hevdîtin kir û rewş rave kir. Êdî welatên din bi çavekî erênî li rêbaza rêveberiya me dinêrin. Piştgiriyê didin şerê me yê li dijî komên radîkal. Ji ber ku Îslamperestên radîkal ji bo Tirkiyê û welatên herêmê xetere ne. Tevî Tirkiye divê ti welat me weke gefê nebînin. Mîna ku Birêz Ocalan dibêje, tevahiya cîhan bibe dijminê me jî, emê nebin dijminê wan. Lê eger êrîşî me bikin, emê ti carî serê xwe netewînin, heta dawiyê li ber xwe bidin. Emê bibin dostê herkesî, destê xwe yê aştiyê her tim dirêj bikin. Di asta yekemîn de daxwaza me ya bingehîn a ji Tirkiyê, vekirina deriyên sînor e. Ji ber ku mirovên me di gelek waran de zor û zehmetiyan dijîn. Ji bo pêdiviyên sereke yên jiyanê bên tedarikkirin, divê deriyên sînor tavilê bên vekirin."