Yukserdag: Şoreşa Rojava ya me hemûyane
Yukserdag: Şoreşa Rojava ya me hemûyane
Yukserdag: Şoreşa Rojava ya me hemûyane
Seroka Giştî yê ESP Fîgen Yuksekdag da zanîn gelê Kurd, ji bo Rojahilat ji tarîbûnê derkeve, nûbûna û rêveberiyekî şoreşker ava bike, bi hemû baweriyan re têkoşînek dide û wiha got: “ Gelê Rojava bi êrîşên hovane rû bi rû ye. Şoreşa Rojava ya me hemûyane û pêşeroje gelên Rojhilata navîn û Mezopotamya ye.”
Yekemîn kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan bi axaftinên mêvan, saziyên sivîl, sendîqa û nûnerên partiyên siyasî didome. Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen da diyar kir ku ev merhela aşîtiyê ne tenê ji çareser kirina pirsa kurdê, di heman demê de demokratîk kirina Tirkiyê ye. Ozgen dazanîn dimek Rojahilata navîn ji nûve tê ser rast kirin, li Gelên Sûriyê bi ser navê ol, mezheb û qewmiyet tînên beramberî hevdû û dixwazin bidin şer kirin. Ozgen got bi ked û hewldana hevpar dê pêşeroj bê rizgarkirin û got pêvajoya aştiyê ne tenê bo kurdan demokratîkbûna hemû welate. Ozgen balkişand ser têkoşîna Rojava û da zanînku ew piştgiriyê didin vê têkoşînê û got: “Divê hikûmeta tirk dest ji van polîtîkayên xwe berde û em van êrîşan şermezar dikin.”
Ozgen polîtîaya hikûmetê ya li hemberî kedkar û karkeran jî şermezar kir.
Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul jî axivî ûgot: “Em ne baskên HDP û HDK’ê ne. Piraniya elewiyan kurdin. Çareseriya pirsgirêka kurd tenê bi kurdbûnê re eledere. Ji ber vê divê em hemû bibin xwedî helwesta hevpar.
Bulbul da zanîn ku ew pêşeroj û paşeroja vê axê neû got: “Yên ku li Geziyê hatin qetilkirin hemû Elewî bûn. Ev ne tesaduf e. Ji ber vê jî divê hunermend, rewşenbîr, nivîskar û rojanemger û kesên ligel azadiyan divê bên cem hev. Ev hêvîdarim HDP çêbibe.
YUKSEKDAGH: ŞOREŞA ROJAVA YA ME HEMÛYANE
Seroka Giştî ya ESP’ê Fîgen Yuksekdag jî axivî û got: “Xelekên meşa şoreşê ji Rojava heta Geziyê hêzê didin hev. Gelê kurd ji bo înşakirineke nû dimeşe.Gelê Rojava bi êrîşeke hovane re rû bi rû ye. Şoreşa Rojava ya me hemûyane. Pêşeroja gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîne. Li Tirkiye û Kurdistanê tiştên nû dibin. Li axa Tirkiyeyê dengên nû derketin. Di nava têkoşîna gel de ev hati jiyîn.”
Seroka giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî jinên têkoşîna Rojava silav kir û komkujiya Misirê şermezar kir.
Seroka gitşî ya Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Necla Kurul jî aixvî û got roleke girîng û watedar ya HDP’ê heye û got ev xwedî wateyeke girînge. Kurul têkoşîna Rojava û Suriyeyê jî slav kir.
Hevseroka giştî ya partiya Pêşeroja Çep û Keskan Sevîl Turan jî axivî û got di makeqanûna nû de dviê mafên sereke yên gelan bigirin bi ewlehiyê.