Yuksekdag: Kincê ji yekrengî wê bên qetandin û avêtin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li ser zexta AKP-MHP'ê ya lixwekirina kincê ji yekrengî ku li ser girtiyan tê ferzkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li ser zexta AKP-MHP'ê ya lixwekirina kincê ji yekrengî ku li ser girtiyan tê ferzkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, li ser zexta lixwerkirina kincê ji yekrengî ev daxuyanî da:
"Biryarnameya di hukmê qanûnî de ya dawî, biryarnameyeke şer û êrîşê ye li dijî her qada jiyanê ya li deveyî qesrê ye. Em ê hem li girtîgehê hem jî li derve li dijî vê êrîşê û îlana şer li ber xwe bidin û bi vî rengî bersivê bidin.
Yên ku dixwazin kincê ji yekrengî li tevahiya civakê bikin, wê bi hêza piştevanî û berxwedana demokratîk bibînin ku şaşiyê dikin. Bila her kes zanibe, wê kincên ji yekrengî bên qetandin, biryarnameyên faşîzmê û planên şerê navxweyî û hilweşandinê wê bên têkbirin."