Yuksekdag bi astengdaran re hat gel hev

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di panela bi munasebeta “Hefteya Astengdaran” hate lidarxistin de axivî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên astengdaran ji holê rakin wê Wezareta Astengdaran ava bikin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di panela bi munasebeta “Hefteya Astengdaran” hate lidarxistin de axivî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên astengdaran ji holê rakin ew ê Wezareta Astengdaran ava bikin.

Platforma Astengdaran a Wanê bi munasebeta Hefteya Astengdaran li Wan TZO’yê bi beşdariya Hevseroka Giştî yê HDP’ê Fîgen Yuksekdag panelek li dar xist. Gelek welatiyên astengdar û malbatên wan beşdarî panelê bûn. Axaftina vekirinê ya panelê Serokê Komeleya Astengdarên Wanê Hanefî Baykara kir û diyar kir ku ew spasiyên xwe li Yuksekdag û HDP ku ew tenê nehiştine dikin û êrîşên li dijî HDP’ê yên li Edene û Mêrsînê pêk hat şermezar kir. Baykara da zanîn ku li Tirkiyeyê 8 mîlyon û nîv astengdar hene û ew wekî kesên astengdar gelek pirsgirêkan dijîn û ji o rakirina van pirsgirêkan gelek peywir dikeve li ser milê partiyên siyasî û nûnerên wan. Baykara wiha got: “Em wekî astengdar beşê herî dezavantaj ên civakê ne. Em derdên xwe dikarin vebêjin lê tu kes bi me bawer nake, nabîne, naxwazin bibînin. Lê di danezana jiyana nû ya HDP’ê de daxwazên ku tên li ser ziman me lêkolîn kir, tekane partiya ku ji bo astengdaran projeya wan heye HDP ye. Ji ber vê yekê jî ketina HDP’ê ya meclîsê ji bom e gelekî girîng e.”

YUKSEKDAG: Lİ TİRKİYEYÊ ASTENGİYA ESASÎ YA SİYASÎ YE

Yuksekdag jî bi gotina “Hûn wijdana Wanê ya mirovahiya mezin in” dest bi axaftina xwe kir. Yuksekdag bilêv kir ku astengdar tiştên ku civak nabîne û nabihîze his dikin û wiha bedrewam kir: “Bêdadî, cudakariya ku em nabînin hûn di wijdan û hîsên xwe de bêhtir hîs dikin, du qatî zêdetir û biheztir dijîn.” Yuksekdag da zanîn ku ew wekî HDP tiştên ku kes nabîne û yên wêdetir kirine bibînin û bikin welatiyên wekhev derketine rê û nirxandina “Di têkoşîna me ya ku li dijî cudakarî û bêdadiyê dimeşînin de riya ku em bi wene çû ne. HDP siyaseta rakirina astengiyan e. Em dixwazin astengiyên li hemberî demokrasî û aştiyê ji holê rakin. Li Tirkiyeyê astengiya esasî ya siyasî ye. Heke astengiyên li hemberî siyasetê bên rakirin dê ji bo we baştir be.”

Yuksekdag destnîşan kir ku di HDP’ê de 5 namzetên astengdar hene û wiha axivî: “Her yek ji wan ji bo tijîkirina kadroya astengdaran nîne, ji bo ku daxwaz û pirsgirêkên we bînin ziman di lîsteyê de cih girtin. Me wekî HDP ji bo astengdar di qadên siyasî, aborî û civakî de bên dîtin bername amede kir. Avakirina Wezareta Astengdaran jî di vê bernameyê de cih digire.”

Piştî Yuksekdag astengdaran mafên axaftinê girtin. Astengdaran spasiyên xwe li Yuksekdag kirin û diyar kirin ku bi serketina HDP’ê ve dê dengê wen bigihîje meclîsê û pirsgirêkên wan bên çareserkirin.