YRK: Îranê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kir

YRK'ê diyar kir ku dewleta Îranê di mehên Gulan û Hezîranê de liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kiriye û destnîşan kir, ku eger êriş li wan bê kirin wê bikevin pozîsyona parastina çalak.

Yekîneyên Rizgariyê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî liv û tevgera leşkerî ya dewleta Îranê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Îranê hefteyên dawî liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kir. Di serî de herêmên li ser sînor, li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê li nava artêşê guhertin hatiye kirin û hêzên leşkerî hatine zêdekirin. Herî dawî li Mêrîwan, Dîwandere û Seqizê bi çekên giran hêzeke mezin a leşkerî hatiye bicihkirin. Ev amadekariya dijmin di astekê de ye ku bala me dikişîne û em hewl didin liv û tevgera leşkerî bişopînin û fêhm bikin."

'EM Ê BIKEVIN PARASTINA ÇALAK'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku YRK li dijî dewleta Îranê di pozîsyona bêçalakîtiyê de ye, ew vê rewşê didomînin û hate gotin, "Lê belê ev liv û tevgera dewleta Îranê amadekariya leşkerî me dixe nava fikaran. Eger êriş li dijî hêzên me û gelê me bê kirin em ê bikevin pozîsyona parastina çalak. Di meha Gulanê de me xwest ku vê liv û tevgera artêşa Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê û li dijî Başûrê Kurdistanê bi raya giştî re parve bikin. Liv û tevgera li dijî Başûrê Kurdistanê bi giranî bi balafirên keşfê dewam dike. Beşek ji van balafirên keşfê yên dewleta Îranê ne, beşek jî yên dewleta Tirk in."

LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ YA DI MEHÊN GULAN Û HEZÎRANÊ DE

Di daxuyaniyê de li ser liv û tevgera leşkerî ya mehên Gulan û Hezîranê ev agahî hatin parvekirin:

"5'ê Gulanê dijmin li herêma Nergisele ya Seqizê bi 7 wesayitan kete qereqoleke kevn. Piştre ber bi Dûbira ve çû. Li sêgoşeya Bawermendê jî di navbera hêzên me û hêzên Îranê de şer qewimî. Di şer de ji hêzên dijmin 3 leşker hatin kuştin yek jî birîndar bû.

9'ê Gulanê saet di 05:00 de herêma Kosalanê nîv saetê bi hawanan hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di 01:00 de hêzên dijmin bi drone û hawanan nîv saetê bombe li herêma Kosalanê barandin.

11'ê Gulanê saet di 10:00 de li herêma Mahabadê şervanên Pîranşarê bi piştgiriya çekên giran û droneyan dest bi operasyonê kirin, operasyon nîvro bê encam ma.

19'ê Gulanê saet di navbera 04:00-05:00 de herêma Tûtmer û Dergaşêxanê bi hawanan hatin bombekirin.

19'ê Gulanê saet di 13:00 û 14:30'î de cerdevanan hewl dan li herêma Dûweysayê xwe berdin herêmê, piştî hêzên me pê hesiyan şer qewimî. Hêzên dijmin bi hawanan û çekên giran êriş birin ser herêmê.

22'ê Gulanê li gundên Paygelan û Guwazê liv û tevgera dijmin hebû.

20'ê Hezîranê hêzên dijmin koçerên li Agce, Gokçe, Qemçiyan, Kanî Temîrxan û Xeta Çilçemê ji herêmê derxist û piştre herêm li çûn û hatinê qedexe kir. Îro serê sibehê dijmin bi hêzeke mezin û çekên giran li herêma Sûltan û Dûbira tevî helîkopterên kobra dest bi êrişê kirin. 20'ê Hezîranê saet di 22:00 de li herêma Merîwanê hin hêzên me piştî ku ketin nava gundê Hejmîna, hêzên dijmin pê hesiyan û êrişî gund kirin.

LIV Û TEVGERA BALAFIRÊN KEŞFÊ

Li Mûkriyanê 5 caran liv û tevgera balafirên keşfê hbû.

Li Şahoyê 8 caran, li ser xeta Başûr jî 28 caran balafirên keşfê yên Tirk û Îranê geriyan."