YRD-E: Rizgar Adanmiş berê objektîfa xwe da bereya berxwedanê

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Ewrûpayê ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku di êrîşa çeteyan de birîndar bûbû û piştre jî jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Ewrûpayê ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku di êrîşa çeteyan de birîndar bûbû û piştre jî jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YRD-E’yê wisa ye:

“Kedkarên çapemeniya azad yên li pey heqîqet û ronahiyê her tim bûne hedefa dagirker û hevkarên wan. Tevî hemû zilm û zorê jî kedkarên ragihandina azad dest ji riya heqîqet û ronahiyê bernedan û bi îddîayeke mezin li pey rastiyan beziyan. Hevalên me Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir yên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin şehîd bûn jî, bûn şopdarên rastî û ronahiyê. Weke Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan hemû hevreyên me yên din, Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin yê berxwedanê li dîroka ragihandina Kurdistanê zêde kirin.

Rizgar Adanmiş ê ji zarokatiya xwe de zext û zora dagirkerên Kurdistanê nas kir, ji bo bibe dengê gelê xwe di sala 2012'an de beşdarî nava xebatên ragihandina azad bû. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê, Rizgar di sala 2014'an de berê xwe da Êzîdxanê da ku êş, xemgînî, berxwedan û rêxistinbûna gelê xwe yê Êzidî ji cîhanê re ragihîne. Piştî Şengalê jî hevrêyê me Rizgar Adanmiş berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di eniya pêş ya şer de nûçegîhaniya rast û dilsoz kir.

Rizgar, di dema şopandina pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê de tevî hevrêyên me Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed rastî êrîşeke bombeyî ya çeteyan hatin. Rizgar Adanmiş piştî berxwedana 70 rojan şeva 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin tevlî karwanên şehîdên çapemeniya azad bû.

Ew ê dilsozî, rûkenî û biryardariya Rizgar, Dilîşan û Hogir di rêwitiya me ya heqîqetê de ji me re bibe çavkaniya hêvîyê. Weke hevrêyên Rizgar, di serî de ji malbata Adanmiş, hemû kedkarên çapemeniya azad û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku ew ê şer û têkoşîna me ya ronahî û heqîqetê ya li ser şopa Rizgar, Dîlîşan û Hogiran mezintir bibe.”