YPS'ê ragihand ku li Mêrdînê 2 sîxur ceza kirine

YPS'ê bi daxyaniyekê ragihand ku li Mêrdînê 24'ê Îlonê 2 kes ji ber sîxurî ji bo dewleta Tirk kirine, ceza kirine.

Li gorî daxuuyaniya ku ji aliyê Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan a YPS'ê, şeva 24'ê Îlonê saet di 01:30'î de li ser rêya Nisêbîn-Qoserê 2 kes ceza kirine, ku yek jê Abdulhalîm Elçîoglû yê ji Hezexê ye û yê din jî Fîraz Xelîl e yê ji Qamişloyê ye û li Nisêbînê dima.

YPS'ê diyar kir ku Elçîoglû û Xelîl li navbera Nisêbîn û Qamişloyê sîxurî ji MÎT'ê re dikirin.

Di daxuyaniya YPS'ê de li ser mijarê wiha hate gotin, "Abdulhalîm Elçîoglû û yê pê re Fîraz Xelîl ê ji Qamişloyê yê li Nisêbînê dima, ku li aliyê xiyanetê bûn û bûn sedema şehadeta gerîlayekî, demekê hatin şopandin û piştre ji aliyê endamên me yên Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan hatin cezakirin. Ev çalakiya me şeva 24'ê Îlonê saet di 01:30'î de li ser rêya Nisêbîn-Qoserê hate kirin ku di dema çalakiyê de herdu şexs di hundirê wesayita bi plaqeya 06 CJB 82 de bûn.

Şexsên bi navê Abdulhalîm Elçîoglû û Fîraz Xelîl li Kurdistanê kontra, sîxurî û nokerî ji dijmin re dikirin. Abdulhalîm Elçîoglû û Fîraz Xelîl xwe weke dilsozê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nîşan didan, lê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de sîxurî ji MÎT'ê re dikirin."