YPG: Li Eşrefiyeyê 48 leşker mirin, 22 jî dîl hatine girtin
YPG: Li Eşrefiyeyê 48 leşker mirin, 22 jî dîl hatine girtin
YPG: Li Eşrefiyeyê 48 leşker mirin, 22 jî dîl hatine girtin
Fermandariya YPG'ê diyar kir ku 48 leşker û serbazên rêjîma Bass di pevçûnên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de hatin kuştin û 22 leşker û polîs dîl girtine. YPG’ê da zanîn ku 7 şervanên YPG'ê 5 ji wan bi îşkenceya hovane jiyana xwe ji dest dane û diyar kirin ku dê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn.
Fermandariya Yekîneyên Parstina Gel (YPG) der barê pevçûnên li Eşrefiyê û îşkenceya li dijî şervanên YPG'ê yê ku dîl ketibûn destê hêzên rêjîma Bass de daxuyaneyek nivîskî weşand. YPG'ê di daxuyaniyê xwe de got; “Di 8'ê sibata 2012’an de hêzên rêjîma Bass û alîgirên wan bi çekên giran û tanqan êrîşî deverên yekîneyên me yên tûgaya Şehîdên Helebê û gelê sivîl kirin.”
Her wiha fermandariya YPG'ê encamên pevçûnên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd diyar kirin û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Her sê rojên despêkê ji şer, li der dora çerxeriya Eşrefiyê ya duyemin pevçûnçên dijwar di navber şervanên me û hêzên rêjîma Bass de rûdan. Hêzên rêjîma Bass hewl didin ku hemû taxên kurdan veguherîne qadên şer û êrîşî herêma Şiqêf û noqteya kontrola şervanên me ya li ber kargeha şuştina wesayitan a Cezîrê kirin. Êrîşkar beranberî berxwedana yekîneyên me yên li wan herêman neçar man ku paşve vegerin''.
48 LEŞKERÊN REJÎMA BAAS HATIN KUŞTIN
Fermandariya YPG'ê encamên pevçûnan eşkere kir û got: “ Di pevçûnên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hejmara kuştiyên rêjîma Bass gihişte 48 leşkeran û jê 2 serbazin. Bi dehan birîndarên hêzên rêjîmê çêbûn lê me nikarîbû hejmara wan tam zelal bikin. 14 leşkerên rêjîma Bass, 2 serbaz û 6 polîs û gelek alîgirên rêjîma Bass tevî çek û cebxanên xwe dîl ketin destê me. Di encama berxwedana şervanên me de, 7 hevalên me yên bi navê Şoreş, Çîlo, Îbo, Xelîl,Çiya, Şêxo , Elî gihiştin şehadetê û 17 şervanên me birîndarbûn''.
Fermandariya YPG'ê di daxuyaniya xwe de balkişand ku wan teamil bi Dîlên rêjîma Bass re li gorî pîvanên navnetewî kiriye û her wiha li gor exlaqê kurdayetî tevgeriyane. Daxuyaniyê wiha berdewam kri: “ Lê rêjîma Bass li dijî 5 şervanên me yên ku birîndar dîl ketibûn destên wan de îşkenceya hovane pêkaniye û piştî ku ew qetilkirin bi cenazeyên wan listin û li pey wesayitên xwe kaş kirine û li kolana gerandin. Em kiryarên dijmirovahiyê bi tundî şermezar dikin, em ji rêxistinên navnetewî, saziyên mafê mirovan û partiyên siyasî dixwazin ku li hember kiryarên hovane helwesta xwe nîşan bidin. Em soz didin gelê xwe ku em ê berpirsyarên komkujiyê bê hesab nehêlin”.
YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li ciwanên kurd kir ku tevli refên YPG'ê bibin û diyar kirin ku ewê yekîneyên xwe yên li herêmên mîna Kobanê, Minbic, Bab, Izaz û Efrînê bibin ji bo alîkariya Tûgaya şehîdên Helebê yên di qada şer de ne.