YPG: Heta niha li dijî Efrînê ti êrîş nehatiye kirin

YPG: Heta niha li dijî Efrînê ti êrîş nehatiye kirin

Fermandariya YPG'ê ya Kantona Efrînê, der barê nûçeyên rojên dawî di hin saziyên çapemeniyê de cih digirin û îdîa dikin ku koma Cephet El nûsra ji bo êrîşî Efrînê bike hêza xwe dicivîne û amadekariyên êrîşê dike de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya YPG'ê de hat ragihandin ku pevçûnên li Îdlîb û Helebê qewimîn, di navbera koma Nûsra û komên Artêşa Azad de rû dan û hat gotin, "Heta niha li dijî Kantona me êrîşa ti komê nehatiye kirin."

YPG'ê diyar kir ku di van pevçûnên li Heleb û Îdlîbê yên di navbera Nûsra û komên Artêşa Azad de, li hemberî wan ti êrîş nehatine kirin û got, "Di dema dawî de di hin navgînên çapemeniyê de nûçe hatin weşandin û hat îdîakirin ku Cephet El Nûsra ji bo êrîş bike li derdora Efrînê hêzên xwe dicivîne û amadekariyan dike. Der barê van nûçeyan de weke Fermandariya YPG'ê ya Kantona Efrînê em dixwazin rewşa heyî ya li herêmê bi kurtasî bi raya giştî re parve bikin. Cephet El Nûsra li derdora Heleb û Îdlîbê li dijî komên Artêşa Azad dest bi êrîşekê kiriye. Di encama van êrîşan de beşeke girîng a derdora Îdlîbê xistin bin kontrola xwe. Niha ji bo derdora Helebê kontrol bike, di nava hewldanan de ye. Pevçûnên diqewimin di navbera koma Nûsra û komên Artêşa Azad de rû dan. Heta niha bandorek li Efrînê nekiriye. Heta niha bi ti komê re krîzek, rewşeke pevçûnê nehatiye jiyîn. Li dijî Kantona me ya Efrînê ti êrîş nehatiye kirin. Weke YPG em naxwazin bi ti alî re pirgirêkê, pevçûnan bijîn.

Em amade ne ku hemû komên Sûriyeyeke demokrasî, aştiyane û yekîtiya gelan qebûl dikin re têkilî û tifaqê deynin.

Li ser vê bingehê weke Fermandariya Kantona Efrînê ya YPG'ê em ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku em li dijî her şêweyên êrîşan amade ne û rewşa me baş e. Em dixwazin destnîşan bikin ku em amade ne li dijî her êrîşê bi awayekî tund bersivê bidin."