Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku êrîşên çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê dewam dike.YPG’ê destnîşankir ku êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Rojava dewam dikin, li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê ciwanekî qetilkirin.
YPG’ê wiha anî ziman: “Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.
Komên çeteyan 31’ê Tîrmehê di navbera saetê 22:00-24.00’an de ji milê Mesbeh bi topên cehenemê û hawanan taxa Şêx Meqsûd bombebaran kirin. Hêzên me li ser çeteyên ku dixwastin ji milê Muamele têkevin taxê de girtin û di şerê vir de çeteyek hate kuştin.”
ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ ROJAVA DEWAM DIKIN
YEP’ê têkildarî êrîşên artêş Tirk jî wiha got: “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 31’ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk heman şevê 3 hemwelatiyên ku ji gundê Elok a giredayî Serêkaniyê hewldidan derbasî Bakurê Kurdîstanê bibin li ser sînor girtin û yek ji van ciwanan piştî lêdanêk bi hovane, gulebaran kirin û ew kuştin.”