YPG'ê û Artêşa Azad 'Navenda Çalakiya Hevbeş' ava kirin

YPG'ê û Artêşa Azad 'Navenda Çalakiya Hevbeş' ava kirin

Yekîneyên Parastina Gel û hemû hêzên Artêşa Azad û çekdarên muxalefeta Sûriyeyê ku li herêma Firatê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikin Navenda Çalakiya Hevbeş di bin navê Burkan El-Firat de îlan kirin.Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, tabûrên Artêşa Azad û hêzên din ên leşkerî ku li hember çeteyên DAIŞ'ê li herêma Firatê şer dikin, avakirina navenda çalakiya hevbeş bi navê Burkan El-Firat (Arpijeya Firatê) îlan kirin. Armanc ji odeyê yekkirin û yekgirtina refên hêzên muxalefetê li hember çeteyên DAIŞ'ê heta ku wê ji herêma Firatê derxin.

Di merasîmeke leşkerî de navend hat îlankirin û ji hemû hêz û tabûrên herêmê pêk tê. Di merasîma îlankirina navendê de li ser navê hemû hêzan daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniya ku ji aliyê fermandarekî Artêşa Azad ve hat xwendin de wiha hat gotin:

"Li hember kirin û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên zordarî û hovîtiyê ku li dijî gelê herêmên pêk tînin, em tabûr û tûgayên Lîwaa El-Tewhîd beşê aliyê rojhilat, Lîwaa Siwar El-Reqa, tabûrên Şems El-Şemal ên girêdayî Togayên Fecir El-Huriyê, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Seraya Cerablus, Lîwaa Cebhet El-Ekrad, Siwar Umunaa El-Reqa, Artêşa El-Qesas, Lîwaa El-Cîhad Fî Sebîlillah avakirina navenda çalakiya hevbeş a bi navê Burkan El-Firat (Arpija Firatê) ji bo li hember çeteyên El-Bexdadî (DAIŞ) bisekirin, îlan dikin."

Li ser vê yekê di daxuyaniyê de ev daxwazî hatin rêzkirin:

1- Hemû endamên ku hatin xapandin û tevlî DAIŞ'ê bûn bila rêxistinê terk bikin.

2- Bila civaka navneteweyî li hemberî rêxistina DAIŞ'ê ya 'terorîst' erka xwe bicih bîne.

3- Bila hemû aliyên ku li hember DAIŞ'ê disekinin alîkariya madî û manewî pêşkêşî navenda çalakiya hevbeş bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erka navendê rizgarkirina hemû herêmên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne.

Herêmên ku navenda hevbeş armanc dike rizgar bikin ev in:

Qereqozaq, Sirrîn, Cerablus, Minbic û gundewarên wê û Reqa û gundewarên wê.