YPG'ê otobîsa hati revandin, rizgar kir

YPG'ê otobîsa hati revandin, rizgar kir

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Girkê Lekê komeke çekdar otobîsa karkerên kargeha gazê ya li Gundê Siwêdî desteser kir. Lê şervanên YPG'ê li pey koma çekdar ket û rêwiyên otobîsê rizgar kir.

Îro li ser rêya Rimêlan û Gundê Siwêdî, komeke çekdar otobîsa karkerên ku ji Girkê Legê wê biçûna kargeha gazê ya Siwêdiyê desteserkirn. Piştî ku karker daxistin, wan û şofêrê wê Ebdul Rehman Mûsa ber bi gundê Cinîdiyê ya li ser rêya Til Koçer ve revandin.

Dema Şervanên YPG'ê bûyerê bihistin, li pey koma çekdar ketin û di nava her du aliyan de pevçûn rûdan. Di encama pevçûnê de koma çekdar neçar ma ku otobîsê bihêle û bireve.