YPG: Daxwazên gel ji bo me ferman in
YPG: Daxwazên gel ji bo me ferman in
YPG: Daxwazên gel ji bo me ferman in
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, li hemberî êrîşên komên çekdar û hêzên rejîmê yên li dijî gundên herêma Cizîrê, destnîşan kir ku ew nerazîbûnên gel ên li dijî êrîşan wekî fermanekê dinirxînin û bi tu awayî nahêlin ku tu hêz bikevin herêmê.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê liv û tevgera komên çekdar ên ku di demên dawî de li herêma Cizîrê û bi taybetî derdora bajarê Qamişlo zêde bûne û bombebaranên rejîma Suriyê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku liv û tevgera komên çekdar aramiya herêmê xirab kiriye û bûye sedem ku gel ji cih û warên xwe koç bike, her wiha tir xistiye nava gelê herêmê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî vê rewşê gelê kurd nerazîbûna xwe nîşan daye û ev hewldanên komên çekdar wekî xirabkirina aramiya herêmên kurdan û êrîşên li ser destkeftiyên gelê kurd nirxandiye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku YPG vê nerazîbûna gelê kurd ji bo xwe wekî bangawazî û fermanekê dibîne û wiha hat domandin: “Di bin çi navî de dibe bila bibe, em tu êrîşên li hemberî herêmên kurdan qebûl nakin û emê bi hemû hêza xwe bersiv bidin. Her wiha êrîşa li dijî gundê Hedadê wê bê bersiv nemîne û emê hesaba wê ji rejîmê gelekî giran bipirsin. Dîsa em bi tu awayekî qebûl nakin ku komên çekdar bikevin gundên kurdan û bibin sedena êrîşên balefiran.”
Derbarê pevçûna di navbera gundiyên Sikeriyatê û koma çekdar de jî di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komek çekdar êrîşî gundê ereban ê bi navê Sikeriyatê kiriye û wiha hat gotin: “Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Li ser vê yekê şêniyên gundê Sikeriyatê ji YPG’ê parastin xwest. Li ser vê daxwazê YPG’ê hêzên YPG’ê li vî gund bicîh bûne.”
Dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku YPG wê gelên herêmê bi parêz e û ev bang hate kirin: “Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bang li hemû birayên xwe yên ereb, asûrî, keldanî dikin ku em hemû bi hevre tevbigerin da ku rê nedin kesên biyanî û em derverên lê jiyan dikin biparêzin. Em êrîşên li dijî gelên ereb û suryaniyan jî wekî wekî êrîşên li dijî gelê kurd dibînin û emê bi heman helwestê xwedîlêderketinê nîşan bidin, parastina gel û olên din bikin. Bila gumana tu kesî nebe, em parastina gel dikin.”