YPG: Çalakiya Arîn helwesta hemû şervanên YPG û YPJ’ê ye
YPG: Çalakiya Arîn helwesta hemû şervanên YPG û YPJ’ê ye
YPG: Çalakiya Arîn helwesta hemû şervanên YPG û YPJ’ê ye
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên dijwar ên ku îro li Kobanê qewimîn de daxuyaniyek weşand û ragihand ku 74 çete hatine kuştin. YPG’ê bal kişand ser çalakiya fedayi ya ku ji aliyê şervana YPG’ê Arîn Mîrkan ve hatiye lidarxistin û got: “Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwîst bike wê bibin Arîn.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên îro li Miştenûrê qewimîn de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di şer û pevçûnên ku îro li 50 nuqteyên Miştenûrê û 2 taxên li qontara Miştenûrê de 74 çete hatine kuştin. Navendê ragihand ku di vê berxwedanê 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de şervana bi navê Arîn Mîrkan çalakiya fedayî lidar xistiye.
74 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û şervanek YPJ’ê jî çalakiyek fedayî lidar xistiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin û ketine roja 20’an, hêzên me bi îradeyek ji pola li ber xwe didin. Îro ji saetên serê sibehê ve, li 50 nuqteyên cuda ku navenda wan taxên Megtel û Botan ên li başur û rojhilatê Kobanê ne, pevçûnên gelekî dijwar û sing bi sing çêdibin. Di van pevçûnan de 74 çeteyên ku hatine tespîtkirin, hatine kuştin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 15 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û şervana bi navê Arîn Mîrkan çalakiya fedayî pêk aniye û ev agahî da: “Di pevçûnan de 15 rêhevalên me ji bo ku ketina çeteyan a Kobanê asteng bikin bi fedakarî, cesaretek mezin nîşan dane, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
HELWESTA ARÎN HELWESTA HEMÛ ŞERVANÊN YPG’Ê YE
Van 15 rêhevalên me li dijî çeteyên ku bi hemû hêza xwe êrîş dikin, berxwedanek dîrokî nîşan dane. Di nava van rêhevalên me de rêhevala me Arîn jî li dijî êrîşên çeteyan çalakiya fedayî lidar xistiye. Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine.
Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwsît bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe.
Nasnameya rêhevala me Arîn wiha ye: Nasnav: Arîn Mîrkan
Nav û Paşnav: Dilar Gencxemîs
Navê Dayikê: Wahîde
Navê Bav: Şûkrû
Cihê jidayîkbûnê: Efrîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Cotmeh 2014 /Kobanê”