YJAD û FEDA: Li dijî aqlê mêr em bi hev re têbikoşin

YJAD û FEDA'yê diyar kir, "Di serî de jinên Elewî em bang li jinan hemûyan dikin ku bibin yek deng."

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de xwişkên Mîrabal hatin bîranîn û hate gotin, "Em jinan weke sûretê maf dibînin, di şexsê wê de em tundiya li ti hebûneyê qebûl nakin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên dagirkeriyê yên li Rojava jinan jî dikin hedefa xwe û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî tundiya li jinê bang li jinên Elewî û jinan hemûyan hate kirin ku bibin yek deng û têkoşînê geş bikin.