YJA Starê fermandar Sozdar Cûdî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Fermandara Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî bi bîr anî, ku Gulana 2021'ê şehîd bû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Menal Yûsûf bi nasnav Sozdar Cûdî bi bîr anî, ku 8'ê Gulana 2021'ê li herêma Bagokê ya Mêrdînê şehîd bû.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê pêvajoyê de ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me û tevgera me berfireh dibe, em şerê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dimeşînin. Di têkoşîna me ya azadiyê de ku ewladên herî hêja yên gel û welatê xwe şehîd didin, baweriya me ya bi Rêberê me, gelê me û serketinê me xurt dike ku têk naçe. Bi pratîka me ya sala 2021'ê re careke din eşkere bû ku PKK partiya şehîdan e, manewiyat û îradeya ji aliyê şehîdan ve hatiye afirandin ji aliyê ti hêzeke faşîst ve nikare bê şikandin. Ruhê fedayî yê ku li Siyanê, Werxelê, Zendûrayê, Girê Sor gihîşt asta herî bilind, pêl bi pêl li her devera welatê me belav bû. Ji Werxelê heta Mêrdînê, ji Girê Sor heta Amedê, ji Zendûrayê heta Botanê bû pirek. Ji Cûmalî, Şoreş, Sarya û Çavrêyan gihîşt Sozdar, Nûjîn û Diljinan. Di sala 2021'ê de ji aliyê fermandarbûyîna jinê û fedayîtiya jin a azad em gihîştin asta herî bilind. Di dîroka ti gelî de mînakên bi vî rengî yên lehengiyê nehatine dîtin. Ti gelî mirovên bi vî rengî bedew nas nekir. Yek ji gerîlayên azadiyê yên herî bedew, azad, sade û dilnizm ên vî gelî hevala Sozdar Qamişlo ye. Hevrêya me Sozdar ji roja ku tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bû û pê ve bi durustî, pakbûn, dilnizmî, kedkarî û cewhera xwe ya jinê bi rengekî fedayî tevlî bû. Vê cewhera wê kir ku ew gelekî zû bi PKK'ê re bibe yek, di nava rêxistinê de zû bi pêş bikeve û zû bibe fermandar. Di demeke kurt de li nava hevalan hemûyan bû cihê hezkirin û baweriyê. Bû fermandarek ku hevalan jê hez kirin û timî dixwestin pê re tevbigerin. Ji fermandarên leheng û mezin ên YJA Starê hevala me Sozdar Cûdî dema ku wezîfeya Fermandariya Eyaleta Mêrdînê dimeşand şehîd bû.

Hevala me Sozdar Cûdî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû. Qamişlo ku weke bajarê aşiqan, hezkirinê tê naskirin, ji roja destpêkirina dîroka me ya têkoşîna çekdarî û pê ve, bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî vê têkoşînê kir û nîşanî her kesî da ku aşiqê azadî û Rêbertî ye. Ji ber xurtbûna hesta welatparêziyê ya li Qamişloyê û sekna xwe ya rabûna li ber bêedaletî û neheqiyê, kir ku zû xwe bigihîne PKK'ê. Yek ji mînakên bêhempa yên vê hevdîtinê hevala Sozdar Cûdî bû. Ji ber ku fermandareke leheng û bi rûmet Sozdar Cûdî gihandiye, gelê me yê Qamişloyê, malbata me ya welatparêz çiqasî bi xwe serbilind be, hêja ye. Hevala Sozdar bi nirxên ku welatparêzê me yê bi rûmet Apê Yûsûf li Qamişloyê ava kir, mezin bû. Ji bo xelkê Qamişloyê cihê bextewariyê ye ku lehengên mîna Apê Yûsûf, Sabrî, Sozdar gihand.

Hevala Sozdar Cûdî li nava malbateke welatparêz mezin bû, hevalek bi exlaq û bi çand bû. Di şexsê hevala Sozdar de mirov bedewî, pakbûna mirovên civaka polîtîk a bi exleq didît. Van taybetmendiyên wê kir ku li dijî bêedaletî, neheqî, newekheviyê rabe, xwe bigihîne PKK'ê ya ku li ber zilma zalim serî natewîne. Hevrêya me sala 1999'an tevlî nava refên têkoşînê bû û rojekê jî ji têkoşînê venegeriya, dudil nebû. Ji karên gel heta bi karên leşkerî, ji dîplomasiyê heta bi karên çandê her wezîfeya rêxistinê bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî. Her tim di nava şert û mercên herî giran ên têkoşînê de li qadên herî zehmet kar kir. Ji Zagrosan heta Rojava, ji Rojava heta Garê, ji Garê heta Mêrdînê li gelek qadan têkoşiya, ked da. Bû yek ji fermandarên jin ên azad ên Şerê Gel ê Şoreşgerî. Di asta koordîneyê de tevlî karên desteya Akademiya Şehîd Bêrîtan bû. Kir ku gelek gerîlayên jin ên ciwan partiyê nas bikin, ji jinê hez bikin û ji hêza xwe bawer bikin. Ev hemû bi sekna milîtan a bi fikir û çalakiya xwe yek bû, pêk anî. Bi jiyana xwe nîşanî şervanên xwe da ku divê jiyan çawa be. Hevalên xwe jî mîna xwe ji tempoya bilind a Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakurê Kurdistanê, ji serketinê re amade kir. Di nava jiyana şoreşgerî de berê wê timî li qadên herî dijwar ên têkoşînê bû. Hevala Sozdar sala 2019'an berê xwe da eyaleta Mêrdînê ku şer lê gelekî giran bû. Weke Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê wezîfe kir. Li gorî pêwîstiyên xeta azadiyê jiya, li gorî pêwîstiyên xeta şerê gel ê şoreşgerî şer kir. Sozdar Cûdî azadî û pîvanên PKK'bûyînê di kesayetiya xwe de veguherandibû karakterê. Ji ber ku azadî di kesayetiya wê de bûbû karakterek, ti zehmetî li pêşiya wê nebû asteng. Wê ne hinceta neserketinê, lê hinceta serketinê ava kir. Bû yek ji asta herî bilind a sala 2021'ê ya Fermandariya YJA Starê. Mîna Diljîn, Nûjîn, Dilsoz, Nûda û Verozan ti carî ji jiyana azad û xeta Rêbertî tawîz neda. Têkoşîn û berxwedana van jinên leheng dawî li faşîzma AKP-MHP'ê anî. Ev zivistan kirin zivistana dawî ya faşîzmê. Weke fermandar û gerîlayên YJA Starê soza me li Rêberê me û şehîdên me ew e ku di sala 2022'an de faşîzmê di nava tarîtiya faşîzmê de têk bibin. Gerîlayên jin ên li ser xeta şehîdan şer dikin, wê faşîzmê têk bibin. Li Siyanê, Werxelê, Zendûrayê, Dersimê û Mêrdînê ti hêz nekarî li hemberî ruhê Apoyî bisekine, ji niha û pê ve jî wê nikaribe bisekine.

Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di serî de malbata fermandara leheng hevala me Sozdar Cûdî û xelkê me yê Qamişloyê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşînê di xeta şehîdan de bi serketinê tacîdar bikin."