YJA: Bûyera tecawîzê zihniyeta kujer derxistiye holê

YJA: Bûyera tecawîzê zihniyeta kujer derxistiye holê

Koordînasyona YJA’yê der barê bûyera tecawizê ya li Solhana Çewlikê ku zaroka  bi navê E.A ya 16 salî rastî tecawiza 8 leşkeran hat de daxuyaniyek da û got: “Careke din derketiye holê ku hebûna artêşa tirk ya li Kurdistanê ne ji bo ewlehiya gelê meye, berovajî vê jib o qirkirina çandî li wirin. Hêzên pispor-taybet yên li Kurditanê ji bo meşandina polîtîkayên taybet li Kurdistanê ne û jin û zarokên kurd jî bûne hedef û planên wan.”

Yekitiya Jinên Azad (YJA) di daxuyaniya ku da de destnîşan ki rku dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yê asîmelekirin û qirkirinê her roj lîstikek qirêj û girantir derdixe holê. YJA wiha got: “Li Çewlîkê di 2011’an de zaroka 16 salî ya rastî tecawîza 8 leşkerên tirk ku di nav de pisporên çawîş jî heyet tê. Bi vê pêkanînê re careke din polîtîkayê qirêj, alçax û kujer derketiye holê.  Ev êrîş ali dijî zaroka 16 salî pêk hatiye em şermezar dikin û careke din diyar dikin ji hesab pirsîn peywira sereke ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev polîtîka ji aliyê ziniheta kujer ve bi plansaziyeke mezin tê meşnadin û ev yek jî bi paratina tecawizkaran û xelatkirin wan ji aliyê dewletê ve tê fêm kirin. Daxuyaniyî wiha berdewam kir: “Hebûna artêşa tirk a li Kurdistanê ne ji bo ewlehiya gelê me ye. Berovajî vê qirkirina çandiye. Armanca wan eve ku polîtîkayên qirkirinên li herêmê bimeşînin. Ev polîtîkayên qirêj bi taybet li hemberî zarok û jinên kurd pêk tê.

Di serî de jin û hemû gelê me divê li dijî van polîtîkayên qirêj bibin xwedî helwest û hesab ji vê bipirsin.  Em careke din zihniyeta tecawîzkar û kujer şermezar dikin û di têkoşîna li dijî vê de biryara xwe datînin holê.”