Yildiz û Çakici: Heta serketinê wê berxwedana me bidome!

Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici ku li bajarê Den Haagê yê Hollandayê tevlî xeleka berxwedanê ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger bûne, diyar kirin ku heta serketinê wê berxwedana xwe bidomînin. 

Berxwedana bi armanca şkandina tecrîdê, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê destpê kir, her ku diçe berbelav dibe. Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici yên li bajarê Den Haagê yê Hollanda Huseyîn Yildiz, beriya 76 rojan, Hasbî Çakici beriya 75 rojan tevlî vê berxwedanê bûn. 

Her du berxwedêran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û gotin, "Heta serketinê wê berxwedana me wê bidome."

Peyama berxwedêran wiha ye:

Huseyîn Yildiz: Biryardariya me hê weke roja destpêkê didome. Pirsgirêkeke cidî ya tendirûstiya me nîne. Bêguman berxwedana me kete roja 75’an û lewre jî ji hêla fîzîkî ve ne pêkan e ku her tişt weke roja destpêkê be, lê belê pirsgirêkeke cidî nîne. Em bi moral û motîvasyoneke bilind berxwedana xwe didomînin. 

Em, di serî de hevrê Leyla Gurven, Nasir Yagiz, hevrêyên di zindanê de û hemû hevrêyên din ên berxwedêr bi rêzarî silav dikin.

Em sibê rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Çalakiyên fedaî destpê kirin, me şehîd dan. Em li ber bîranîna wan, bejna xwe ditewînin. Em hêvîdar in ku ji niha û pêde, ji bilî gavên rêxistinî çalakiyên takekesî pêk neyên."

'HDP’Ê DERB LI FAŞÎZMA AKP/MHP’Ê DA, EM SILAV DIKIN'

"HDP’ê, weke berdewameke vê berxwedanê, derbeyek li faşîzma AKP/MHP’ê da. Em vê serkeftina HDP’ê û hemû gelê Kurdistanê ku ked dane bi rêzdarî silav dikin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê derbeyeke mezin li faşîzmê daye."

'GELÊ KURD SEKNEKE BI BIRYAR RABER KIR'

"Li Kurdistanê zext û zilmeke mezin hate kirin, şaredariyên gel hatin desteserkirin, lê belê ev hişmendî li hemberî sekna bi biryar a gelê Kurd bin ket. Em bawer in ku wê li qadên din jî ev têkoşîn mezin bibe û pêş bikeve. Serkeftina gelê kurd ji bo me moralekî mezin e. Bêguman divê mezintir bibe. Her çiqas derb li faşîzmê hatibe dayîn jî, ji bo şkandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê, têkoşîn û berxwedaneke bi giyana fedaî pêwîst dike. 

Gelê Kurd bi vê zanebûnê di Newroz û 8’ê Adarê de û hilbijartinên xwecihî de bûye xwedî helweseteke wiha. Em bawer in ku wê ev helwest ji niha û pêde mezintir jî be.

Dibe ku em şehadetên din jî bidin lê belê serketinên mezin bê bedel nabin. Em hemû hevalên berxwedêr encam û bedelê wê çi dibe bila bibe heta serkeftinê em ê berxwedana xwe bidominin. Dubare rojbûna Rêber Apo pîroz dikim û gelê Kurd ê di nav berxwedanê de ye silav dikim."

ÇAKICI: WÊ BERXWEDANA ME BIDOME

Hasbî Çakici: rojbûna Rêbertiya me li gerîlayên azadiyê, li berxwedêrên zindan û derve, li gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikim. Gelê me li Den Haagê tê serdana me. Hêrseke mezin a gel li dijî tecrîdê heye, lewre her kes piştgirî dide berxwedana me. Dixwaze ku êdî tecrîd bê şkandin û rakirin. 

Heta niha gelek siyasetmedar û rojnamevanên Hollandayî hatine serdana me. 

Ti pirsgirêkên me yên tenduristiyê nîn in, car caran serêşî çêdibe, mehda me diêşe lê belê ev ne girîng in, wê berxwedana me bidome. 

Di zindanê de hevalên çalakiya fedaî dikin hene. Ez weke welatparêzekî li ber şehadeta wan bejna xwe ditewînim. Hevrê Mazlûm Dogan got, "Berxwedan jiyan e!" û em jî vê esas digirin. 

Ev berxwdana me heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me ranebe, heta faşîzm hilneweşe, gelê Kurd azad nebe wê bidome. Banga hevrê Leyla û Nasir ji bo me esas e. Em dilsozê vî gelî û Rêbertiya wî ne. Bedela wê çi dibe bila bibe, em ê berxwdana xwe bidomînin."