DOSYA III

Yên piştî DAIŞ têk çû bûn dijberê DAIŞ'ê -Cemîl Bayik

"Êdî li hemberî DAIŞ’a ku îradeya wê hatiye şikandin, şerkirin gelekî hêsan e. Kê ev yek pêk anî? Helbet şervanên Kurd! Îro roj her kes di ser vê berxwedana şervanên Kurd re qebqebetiyê bi DAIŞ’ê re dike."

Demên dawî bi zêdebarî tê gotin ku operasyonên Reqa û Mûsilê nêz in. Gelek hêz jî diyar dikin ku ew ê tevli operasyonên Reqa û Mûsilê bibin. Li ser vê mijarê bazarê dikin; şert û şirûtên xwe datînin holê. Dixwazin bi tevlibûna operasyonên Reqa û Mûsilê pozîsyona xwe ya siyasî zexim bikin. Kesên ku berî du salan ji navê DAIŞ’ê ditirsiyan, kesên ku hêj alên DAIŞ’ê xuya nedibû çekên xwe datanîn û direviyan, îro roj dibêjin; ew ê li hemberî DAIŞ’ê şer bikin, heta dibêjin, dest bi şer kirine jî.  

Kesên ku li hemberî DAIŞ’ê çongên wan dilerizî, îro roj çawa bû ku dibêjin ew ê li hemberî DAIŞ’ê şer bikin? Yan jî hêzên wekî Tirkiyeyê ku DAIŞ’ê xwedî dikir û mezin kir çima radibin û dibêjin li hemberî DAIŞ’ê şer dikin yan jî ew ê şer bikin? Bêşik û guman gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YPG û YPJ’ê ku li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin pêş xistin, ev encam derxist holê. Yên hewayê DAIŞ’ê danî; 12 lehengên ku DAIŞ li Şengalê sekinandin, bûn. 12 leheng bi hezaran DAIŞ’iyên ku kî biketa ber wan paqij dikirin, sekinandin. Gerîlayan bi bîra DAIŞ’ê anî ku yên li hemberî wan şer dikin gerîlayên efsane yên Kurdan in. Gerîlayan nîşan da ku ew naşibin yên ji ber DAIŞ’ê direvin.

DAIŞ’a ku li Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Rojava nekarî xwe li ber gerîlayan bigire û reverev ji ber gerîlayan reviya, bi navtêdana dewleta Tirk êrîşî Kobanê ya ku wekî xelekeke zeyîf didît, kir. Kobanê çarmedor hat dorpêçkirin. Tayyîp Erdogan li hemberî vê rewşê lê fikirî ku wê YPG û YPJ nekaribe li ber xwe bide, got; 'Kobanê ket ha ket!.' Encax DAIŞ’ê li hemberî xwe şervanên YPG û YPJ’ê ku bi fedayitî li ber xwe didin, dîtin. Berxwedana YPG û YPJ’ê li gelemperiya dinyayê li hemberî vê çeteya faşîst, eniyeke berxwedana demokratîk da avakirin. Têkçûn û serserkîçûna çeteyên DAIŞ’ê jî jixwe piştî avabûna vê eniya navborî dest pê kir. DAIŞ’ê bi berxwedana Kobanê re gotin di cih de be destpêka têkçûna xwe jiya. DAIŞ’ê li Kobanê derbeke wisa xwar ku êdî nema karî pişta xwe rast bike. Piştî têkçûna li Kobanê, derket holê ku DAIŞ ew ê nikaribe li hemberî eniya berxwedana demokratîk a li dora YPG û YPJ’ê hat avakirin, li ser piyan bimîne.

Berxwedanên Şengal û Kobanê bi tenê DAIŞ têk nebir, bandora wê ya li ser derdorên cîhana îslamî jî şikand. DAIŞ’ê êdî li gorî ku dixwest destek û moralê bi dest nexist, heta tevlibûna nav wê jî kêm bû. DAIŞ’a ku piştî berxwedanên Şengal û Kobanê ev hezîmet jiya; bi pêngavên; Girê Spî (Til Ebyad), Til Hemis, Abdul Azîz, Hol û Şedadê hat paşxistin, belavkirin û ket pozîsyona xweparastinê. Hêza DAIŞ’ê ya tirsnak hat şikandin û êdî ket pêvajoya belavbûnê.

Berxwedana gerîlayan û ji aliyê hêzên şoreşger ên Rojava ve her roj li her derê derbkirina DAIŞ’ê, cesaretê da hemû kes û derdorên rastî êrîşên DAIŞ’ê hatibûn. Artêşa Iraqê li gelek deveran dest bi êrîşên li hemberî DAIŞ’ê kir û derb lê xistin. Bi rêya bidesxistina Minbicê re jî pira DAIŞ’ê ya di navbera Reqa û Tirkiyeyê de ku wekî baregeh bi kar dianî, ji destên wê hat derxistin û derba dawî jî lê ket. DAIŞ’ê çeteyên xwe yên herî bijarte di berxwedana Kobanê û Minbicê de winda kirin û îradeya wê bi temamî hat şikandin. Êdî li hemberî DAIŞ’a ku îradeya wê hatiye şikandin, şerkirin gelekî hêsan e. Kê ev yek pêk anî? Helbet şervanên Kurd! Îro roj her kes di ser vê berxwedana şervanên Kurd re qebqebetiyê bi DAIŞ’ê re dike. Pêşbirka ji destên hev revandina pasteya bi derbên dawî yên li DAIŞ’ê ew ê bi dest keve, êdî din av hêzan de dest pê kiriye.

Dewleta tirk piştî ku DAIŞ xwedî kir û mezin kir, polîtîkaya bazarkirina wê dikir. Encax ev polîtîka bi ser neket.  Piştî ku şervanên YPG û YPJ’ê li Minbicê DAIŞ têk bir, êdî Tirkiyeyê nedikarî wekî berê bi DAIŞ’ê re bide û bistîne. Jixwe ev têkiliya wê jî zêde teşhîr bûbû û êdî baş fêmkiribû ku bi rêya DAIŞ’ê ew ê nikaribe polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê bimeşîne. Ji ber vê sedemê li şûna DAIŞ’ê çeteyên ku li dewsa wê bi kar bîne, îkame kirin. Dagirkirina Cerablûsê û ber bi Babê ve çûyîna wê jî jixwe êrîşên li cihê DAIŞ’ê îkamekirina van çeteyên nû ne. Tirkiyeyê ne hişmendî ne jî polîtîka neguhertine.  Piştî ku dît ew ê DAIŞ were tinekirin li cihê wan çeteyên xwe yên nû derxist ser dikê.  Ev di cewhera xwe de guhertina unîforma û nav e. Tirkiye dixwaze ji tunekirina DAIŞ’a ku xwedî kir û mezin kir îro roj para xwe bigire. Nêzîkatiya hêzên kolasîyona navdewletî jî rêyeke wisa li ber dewletaê vekir. Tirkiyeyê di 2’yemîn Şerê Cîhanê de li kêleka Hîtler cih girt, piştî ku dît Hîtler têk diçe, eniya xwe guhert û di nav eniya antîfaşîst de cih girt. Niha jî heman tiştî dike.

Li vê derê exlaqê siyasî ya hêzên koalîsyona navdewletî divê were nîqaşkirin. Jinedîvehatin û pişguhkirina şervanên Kurd ên di paşxistina DAIŞ’ê de bi roleke dîrokî rabûn û rê dan hêzên ku DAIŞ’ê xwedî û mezin kirin! Di pêvajoya têkbirina DAIŞ’ê de rêya Tirkiyeyê vekirin! Min ne bawer e ku li cîhanê bêexlaqiyeke di vê astê de hebe.  Durûtiya Tirkiyeyê ya li vir tê fêmkirin, Tirkiye jixwe tim vê yekê dike. Lê em ê ji koalîsyona navdewletî ku gelek hêzên cîhanî di nav de ne re, çi bibêjin? Durûtiya rastîn ev bi xwe ye. Kesên ku li Babê nahêlin Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi ser DAIŞ’ê ve biçe, niha çavên xwe li Tirkiyeya ku bi ser Babê ve diçe digirin. Ji bo vê rewşê tenê diltengî û aciziya xwe tînin ziman. Di rewşeke wisa de mafê hemû hêzên welatparêz û demokratîk ên Sûriyeyê heye ku li ber xwe bidin.

Tê zanîn ku kê Mûsil radestî DAIŞ ê kir, kê hişt DAIŞ bikeve Şengalê. Tirkiye jî di vir de xwedî rol û berpirsyarî ye. Tê zanîn ku eniya Sûnnî ya hat avakirin Mûsil radestî DAIŞ ê kir.  Niha kesên Telafer, Mûsil û Şengalê radestî DAIŞ’ê kirin dixwazin di operasyona ku derba dawî ew ê li DAIŞ’ê bê xistin de cih bigirin. Hem jî bi lidervehiştina gerîlayên ku nehiştin DAIŞ bikeve Şengal, Mexmûr û Hewlêrê. Wisa ku nahêlin YBŞ’a DAIŞ ji Şengalê avêt jî tevli operasyonê bibe. Hêzên ku heta duh li hemberî DAIŞ’ê tênedikoşiyan îro hêzên ku li hemberî DAIŞ’ê têdikoşiya dixwazin li Sûriye û Iraqê bêbandor bikin. Asta exlaqê siyasî ya li Rojhilata Navîn ewqas e.

Dema ku dor tê ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê exlaqê siyasî jî bi dawî dibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA