Yekîtiya Weşangerên Elmanyayê piştgirî dan Weşanên Mezopotamyayê

Endamê Yekîtiya Borsayê ya Komeleya Çapkirin û Weşandina Pirtûkan a Elmanyayê Jûrgen Horbach piştgirî da kampanyaya çapkirina pirtûkên Weşanên Mezopotamyayê ya ku weşanên wan hatibû qedexekirin.

Bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehofer di 12’ê Sibata 2019’an de Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Muzîk a li Elmanyayê hatibûn qedexekirin. Polîsan di du demên cihê de girtibûn ser saziyan û dest danibûn ser gelek pirtûkan.

Li Elmanyayê weşanger, saziyên civaka sivîl û mûxalefetê nerazîbûn nîşanî vê qedexeyê dabûn. Weşanên Unrast-Verlag a li Hambûrgê, Manelbaûm Verlag a li Evûstûryayê û Weşanên Edîtîon a Swîsreyê jî di nav de 8 weşanên cihê ji bo Weşanên Mezopotamyayê kampanyaya alîkariyê dabûn destpêkirin.

Bi kampanyayê re bi navê ‘Edîtîon Mezopotamya’ wê hin pirtûkên ku polîsan dest danîbûn ser, ji nû ve werin çapkirin. Wê ferhengeke Kurdî-Elmanî û pirtûkeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were çapkirin.

HORBACH: GELO ÇIMA DEST DANÎN SER ARŞÎVA MUZÎKÊ Û PIRTÛKAN?

Yekîtiya Borsayê ya Komeleya Çapkirin û Weşandina Pirtûkan a Elmanyayê jî piştgirî dan kampanyayê. Berdevkê Koma Azadiya Ramanî ya Yekîtiyê Jûrgen Horbach ji radyoya ‘Deûtschlandfûnk kûltûrê’ re axivî û nerazîbûn nîşanî desteserkirina pirtûkên Weşanên Mezopotamyayê û arşîva Mîr Muzîkê da. Horbach ji Wezareta Karê Navxweyî xwest ku bila arşîv were dayîn û got ku “Em azadiya fikrî deynin aliyekî, nabe ku berhemek ketibe bazarê piştre were qedexekirin û astengkirin.”

Pirtûkhezên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin alîkariya xwe bigihînin vê navnîşanê:

Verein z. Förderung kurdischer Kultur e.V. i.Gr.

IBAN: DE78 4306 0967 1011 1214 00

Verwendungszweck: Edition Mezopotamya