Yekîtiya Hêzê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo meşa sibe ya li Dusseldorfê, ku wê bi armanca destekkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo meşa sibe ya li Dusseldorfê, ku wê bi armanca destekkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Bi armanca destekkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, wê sibe li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi beşdariya bi hezaran kesî meşek were lidarxistin. Kurdên li vî welatî û dostên wan wê tevlî çalakiyê bibin.

Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Elmanyayê jî dxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûna meşê kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Amed, Sûr, Gimgim, Cizîr, Silopiya, Farqîn, Gever, Nisêbîn û Kerboran, li dijî rewşa awarte ya ku dewleta Tirk di bin navê 'qedexeya derketina derve' de dimeşîne, bûne Kelha Berxwedanê ya gel.

Platformê da xuyakirin, ku desthilatdariya Erdogan/AKP a çeteyên xwe yên leşkerî re li tax, bajarok û bajarên Kurdistanê diavêje ser malan û komkujiyan dike, li nava bajaran înfazên bêdaraz û mirova qetil dike. Platformê bal kişand ser îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û şoreşgerên li girtîgehan tên ragirtin û hat ragihandin ku tevî hemû hewldanên xwe jî destûr nayê dayîn ku bi Ocalan re hevdîtin were kirin.

'EM LI DIJÎ ÇETEYAN DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de, Elmanya jî ji ber desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê hat rexnekirin û hat gotin, "Yek ji mezintirîn sûcdarên van êrîşan jî dewleta Elman e. Merkel a ku di nava meha Cotmehê de çû Tirkiyeyê û bi awayekî vekirî destek da Erdogan/AKP'ê, berpirsyara yekser a van komkujiyan e. Di heman demê de piraniya çekên îro li bajarên Kurdan ji bo komkujiyê tên bikaranîn, ji aliyê Elmanya ve tên firotin. Weke Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a faşîst dike, ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyên gelê Kurd û ji bo şikandina desteka dewleta Elmanya ji bo Tirkiyeyê, em bang dikin ku di 26'ê Kanûnê de beşdarî meşa hevpar a li Dusseldorfê bibin. Roj ew roj e ku em li cem berxwedêrên li nava kolanan li dijî çeteyên faşîst li ber xwe didin e."