Yekitiya Gaziyên Kurd a Ewropayê 15 sibatê şermezar kirin
Yekitiya Gaziyên Kurd a Ewropayê 15 sibatê şermezar kirin
Yekitiya Gaziyên Kurd a Ewropayê 15 sibatê şermezar kirin
Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê ya Ewropayê di 14’emîn salvegera Komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hêzên komploger careke din şermezar kir.
Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku, ev komplo di şexsê Ocalan de li hemû Kurdistanê hatiye kirin û wiha got: “Dewleta tirk û dewletên emperyalîst yên aqil didin wan aştiyê naxwazin.”
Gaziyên Kurditanê da zanîn ku, dîroka dewleta tirk di heman demê de dîroka komplogerane û diyar kir ku, herî dawî li Parîsê di 9’ê çileyê de li 3 jinên şoreşger yên Kurd ji bo pêvajoya aşatiyê ya ku Ocalan daye destpêkirin vala derxînin qetilkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate detnîşan kirin ku, ew wekê gaziyên Kurdistanê yên Ewropayê heta ku Ocalan azad nebe dê xebatên xwe bidomînin û hate diyarkirin ku, ‘bê Serok Apo tu cari aştî pêk nayê’. Gaziyan bang li hemû gel kir ku, divê di komploya 15’ê sibatê de dakevin kolanan.