Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed li Wanê li dijî polîs û hevkarê dewletê Ozcan Alici çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed, ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê yên di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne rêze çalakî kirin.

Li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

“10’ê Mijdarê li dijî polîsên Tirk ên li taxa Sihke ya Îpekyolû ya Wanê ku nasname kontrol dikirin çalakiyeke ya bombeya bi dest hate kirin.

14’ê Mijdarê li Wanê li dijî mala Ozcan Alici yê ku hate piştrastkirin ku hevkariya bi dijmin re dike çalakiyeke ya bombeyî ya bi dest hatiye kirin.”

Di dewama daxuyaniya Yekîneyên Tolhildanê de ev hate gotin: “Di demekê de ku faşîzma dewleta Tirk a li ser Kurdan ku têkoşîna hebûnê dike, wê çalakiyên me yên li dijî hevkar û kontra yên şerê taybet bidomin. Her kes û saziyên ku li dijî doza bi rûmet û bi heq a gele Kurdistanê wê bi dehqat hesab jê bê xwestin. Em hekar û sîxûrên ku li bajarên Kurdistanê we dişopînin, di her fersendê de em ê bi ruhê tolhildanê li we bidin.”