Yekîneyên Tolhildanê li Konyayê zeviyekî 'faşîstan' şewitand

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Salîh Kandal, ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn zeviyekî 'faşîstan' li Konyayê şewitand.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker ji Rojava heta Heftanînê li tevahiya Kurdistanê dest bi êrişa tunekirinê kiriye û hate gotin, "Her kes ûs aziyên faşîst ên piştgiriya vî şerî dikin wê bibin hedefa me."

Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku 24'ê Hezîranê li navçeya Karapinar a Konyayê li dijî zeviyê çandiniyê yê "faşîstekî" çalakî hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, kesê navborî "tevî ku hişyarî hate kirin hîn jî li gel hêzên hikumetê tevgeriya" lewma bûye hedef.

Yekîneyên Tolhildanê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn hatiye kirin.