Yekîneyên Tolhildanê li Izmîrê 3 çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan ragidan di navbeyna 22-26'ê Mijdarê de li dijî 'nobedar'ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê sê çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku hatî kirin, li Izmîrê 3 çalakî hatine kirin. Hate diyarkirin di encama çalakiyan de wesayiteke AKP-MHP'ê hate rûxandin, derbek li wesayitekê xistin û 2 nobedar hatine birîndarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin 22'yê Mijdarê li  Taxa Gedizê ya navçeya Bûca ya Izmîrê otoboseke AKP-MHP'yiyekî kirine hedef û ziyan gihaye otobosê, 25'ê Mijdarê saet 18.00'an li Bûca ya Izmîrê wesayiteke bi bihayê 200 hezar lîre bûye hedef, wesayit hatiye rûxandin.

Di berdewamiya daxûyaniya yekîneyên tolhildanê ya bi navê şehîd Çiyager û şehîd Zeryan de, 26'ê Mijdarê saet 22:30'an li taxa Firatê ya navçeya bûça ya Îzmîrê, desthilata AKP-MHP'ê bûye armanca wan û di encama wê de nobedar birîndar bûne