Yekîneya Tolhildanê 2 jê TIR 8 wesayît şewitand

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmed û Şehîd Arîn Mîrkan diyar kir ku li Stenbolê 2 jê TIR wan 8 wesayît şewitandine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmed û Şehîd Arîn Mîrkan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 19’ê Hezîranê de li Sîlîvriya Stenbolê wan li dijî parka TIRan çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Yekîneya Tolhildanê got, “Di çalakiyê de yek jê bar lê, 2 TIR hatin îmhakirin.”

Li gorî daxuyaniyê li nava Sûka Ramî ya Stenbolê jî depoyeke ku xurekan dide dijmin û xurekan difiroşe jî hatiye şewitandin.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 20’ê Hezîranê de li Beykoza Stenbolê şeş otomobîlên faşîstan hatine şewitandin û îmhakirin.