Yekemîn rûniştina doza Qetlîama Enqereyê di 7’ê Mijdarê de ye

Rûniştina yekemîn a qetlîama Enqereyê ku 10’ê Cotmeha 2015’an li ber Gara Enqereyê pêk hatibû, di 7’ê Mijdara 2016’an de wê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a li Enqereyê bê dîtin.

Îdîanameya Qetlîama Enqereyê ji aliyê 4. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate qebûlkirin û rûniştina yekemîn di 7’ê Mijdara 2016’an de ye. Di îdîanameyê de ku ji hêla Dozgerê Komarê Ramazan Dînç hate amadekirin, tê xwestin hin bersûc ji sûcên “teşebûsa guhertina rêkûpêka destûra bingehîn” û “kuştina 100 kesî” 101 carî bi cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî bê cezakirin, li gel vê jî ji ber birîndarên di êrîşê de ji sûcên “di çarçoveya xebatên terorê de teşebûsa kuştina 391 kesan”, her wiha “di çarçoveya xebatên rêxistina terorî de rakirina çekên bê ruhsat û heyberên teqemeniyê” bi giştî ji 7 hezar û 631 salan heta 11 hezar û 750 salan cezayê hepsê li wan bê birîn.

Di îdîanameyê de navên bersûcan wiha ne: “İlhami Bali, Deniz Buyukçelebi, Edremit Ture, Yakub Şahin, Hakan Şahin, Ibrahim Halil Alçay, Resul Demir, Haci Ali Durmaz, Huseyin Tunç, Abdulmubtalip Demir, Talha Guneş, Mehmet Kadir Cebael, Metin Akaltin, Savaş Yildiz, Burak Ormanoglu, Suphi Alpfidan, Hasan Huseyin Ugur, Bayram Yildiz, Kenan Kutval, Ahmet Guneş, Abdulhamit Boz, Cebrail Kaya, Omer Deniz Dundar, Muhammet Zana Alkan, Walentina Slobodjanjuk (hemwelatiyê Kazakistanê ye), Mustafa Delibaşlar, Mehmedin Baraç, Nihat Urkmez, Nusret Yilmaz, Kasim Dere, Yakup Selagzi, Erman Ekici, Yakup Karaoglu, Yakup Yildirim, Esin Altintug û Hatice Akaltin."