YE’yê erka xwe ya li dijî korsanên Somaliyê 2 sal din jî dirêj kir

Yekîtiya Ewropa (YE) dema erka xwe ya di bin navê Operasyona Atalanteya ku li dijî korsanên Somaliyê yên ku êrîşê keştiyên baziraganiyê dikin, 2 sal din jî dirêj kirin.

Ji aliyê YE' yê ve hat ragihandin ku dema erka yekîneyên wan ên ku ji 2008’an ve li herema ku dikeva di navbera Kendava Adenê û Okyanûsa Hînd de, 2 sal din jî hatiye dirêjkirin. Di di çarçoveya erka wan de, li gel hezar û 200 xebatkarê deryavanî, 6 geştiyên şer û 2-3 pêgerên bê mirov ên keşfê jî li qadê hatine bicihkirin.

Ji navîna sala 2000’an ve ji ber zêdebûna xebatên korsanî Hêzên Deryayî yên Ewropa (Eûnavfor) û Polîtîkayên Parastin û Ewlehiya Hevpar a Ewropayê (PSED) hêzên xwe şandine Somaliyê.

Ji sedî 40’ê petrola cîhanê li Kendava Adenê û Derya Ereban re derbas dibe, gelek keştiyên bazirganî li vê heremê re derbas dibin. Li gorî agahiyên Yekitiya Ewropayê ji ber opersyona erka NATO û Operasyona Atalanteyê ya ku Yekîtiya Ewropa rêve dibe, ji 2012’an û vir ve êrîşên korsanî pêk nehatine.