Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi daxuyaniyeke nivîskî sersala her kesî pîroz kir û got, "2017'an ji bo gelê me û tevgera me saleke gelekî dîrokî û girîng bû. Têkoşînekê herî giranbuha, bi qîmet di vê salê de hate dayin. Bi hezaran qehremanên vî gelî canê xwe ji bo jiyaneke azad feda kirin. Dijminên gelan di vê salê de bi dijwarî hewl dan ku îradeya me bişkînin û bi hovîtiya xwe ji her alî ve êrîşî me kirin. Lê em dibînin ku şoreşa me nesikinî û paşve gav neavêt."
YCR'ê diyar kir ku şoreşa gelan a Sûriyeyê ketiye qonaxeke nû û destnîşan kir ku bi têkoşîna DAÎŞ'ê, rizgarkirina Reqayê û lidarxistina hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyeyê gavên mezin ber bi azadiyê ve hatine avêtin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ne tenê li Sûriyeyê, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê di nava têkoşîneke dijwar de ye. Hem bi êrîşên pir tund ve, hem jî bi derfetên herî mezin ên serketinê ve rû bi rû ye. Li tevahî Rojhilata Navîn qeyran û aloziya mezin a sedsalî dewam e û her ku diçe mezin dibe. Lê hêviyên azadiyê jî zêde dibin. Xeta demokratîk a gelan di nava vî şerî de bi pêş dikeve û bi hêz dibe. Agirê serhildanê li Rojhilata Navîn netefiya ye û her geş dibe. Di vê çarçoveyê de em bi taybetî serhildana ciwanan li Başûrê Kurdistanê û li Îranê pîroz dikin û em hezar silavên xwe ji wan re rê dikin. Her wiha em silavên xwe ji raperîna gelê Filistîn re dişînin."
Koordînasyna YCR'ê di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de bang li her kesî, gel, netewe û hemû ciwanên azadîxwaz kir ku tevlî vê raperîna mezin bibin, tevlî govenda azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bibin. Koordînasyonê got, "Dema wê hatiye ku em van rejîmên dîktator, zalim û paşverû hilweşînin û êdî bi îradeya xwe ya azad jiyaneke demokratîk ava bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Sala 2018'an wê bibe sala tekoşîneke hîn mezintir ji bo Kurdistaneke Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk. Wê bibe sala azadiya Rêber APO û destketiyên herî mezin di dîroka têkoşîna me de.
Li ser van esasan em bejna xwe beramberî tevahî şehîdên şoreşê ditewînin. Em wan bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin her tim li ser şopa wan bin. Rêya wan em ê bişopînin û heya serketinê li ser vê rêyê bimeşin."