Yaşar ê ji sedî 68 astengdar, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hate girtin

Li Stenbolê Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astendar, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hate girtin. Yaşar birin girtîgeha Metrîsê.

Welatiyê bi navê Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar û ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatibû binçavkirin, hate girtin. Di navbera salên 1996 û 2000’î dema li girtîgehê dihat ragirtin, beşdarî rojiya mirinê bûbû û pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Ji ber van pirsgirêkan di sala 2019’an de hate berdan û di 8’ê tîrmehê de dîsa hate girtin. Li gel rapora astengdariyê ya ji sedî 68’ê, her wiha nexweşê Wernicke Korsakofê ye. Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê li Yaşar hate birîn û şandin Girtîgeha Metrîsê.

Parêzera Yaşar, Gulîzar Tuncer da zanîn ku parvekirinên miwekîlê wê têkildarî hevalên wî yên di girtîgehê de û şoreşgerên jiyana xwe ji dest dayîn de ne.