Di 15 û 16'ê Tîrmehê de komeke ji nav artêşê li dijî desthilata AKP'ê ket nav hewldana cûntayeke leşkerî. Hêzên cûntaxwaz herî zêde ji beşên jendermeyan û yên hewayî bûn. Hewldana pêkanîna cûntayê di dema beriya kombûna Şûreya Leşkerî ya Bilind û operasyonên AKP'ê yên li ser Fetullahiyan de rû da. Di dawiyê de hat dîtin ku hewldana cûntayê wek hatibû plankirin pêknehat û wek zayîneke berçoyî encam da.
Ev tevger di nav cûntayên ku heta niha li Tirkiyeyê pêkhatine de ya herî dijwar bû, lê ji ber ku ne di nav pergala ferman û rêveberiyê de bû, vala hate derxistin û wisa hat nirxandin ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hat tepisandin. Wisa ku Parlamento, Navenda MÎT'ê, Qesra Serokkomar û baregehên wekî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve hatin bombekirin. Lê cûntaxwazên ku hinek jî di nav metirsiyê de bûn, hatin desteserkirin. Desthilata AKP'ê jî civaka sivîl û hêzên li dijî cûntayê bikaranî û di encamê de bi ser ket.
Tayîp Erdogan û AKP vê gavê li dijî cûntaya ku navê -Darbeya Fetullahiyan- lêkirine serketî xuya dike, di 20'ê Tîrmehê de, di encama kombûna MGK'ê û hikûmetê de rewşa nû ya awarte ya ku wê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo sê mehan dom bike îlan kir. Îlana rewşa awarte ji aliyê meclîsê ve jî hat erêkirin. Desthilatiya AKP'ê ya ku demeke dirêj e ber bi dîktatoriyeke takekesî ve dimeşe, vergerand dîkatoriyeke eşkere. Eger ên cûntaxwaz bi ser ketibana wê li tevahiya Tirkiyeyê rêveberiya leşkerî îlan bikirana, gava AKP bi ser ket jî rewşa awarte hat îlankirin. Tirkiye di nav rêveberiya leşkerî û rewşa awarte de bêderfet û bêçare maye.
Niha herkes hewldana cûntaya leşkerî ya navborî û rêveberiya rewşa awarte ya AKP'ê îlan kirî niqaş dike. Li gel ku her çar partiyên li meclîsê bi yekdengî li dijî cûntaya leşkerî derketin jî hat dîtin ku di babeta rewşa awarte de dubendiyek derket holê. Rêveberiya rewşa awarte ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat erêkirin, HDP û CHP jî li dij derketin.
Nêrîna giştî ev e ku hewldana cûntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bi şerê ku AKP'ê di 24 ê Tîrmeha 2015'an de îlankirî ve girêdayî ye. Ango di encama êrîşa faşîst a 24'ê Tîrmehê de encam daye. Bi aliyekî xwe jî wek berdewamiya xistina Ahmet Davutoglu ya ji serokwezîrtiyê ye. Li aliyê din tê îdiakirin ku cûntaya leşkerî ji aliyê Cemaeta Fetullah Gulen ve hatiye kirin. Eger wiha be, nexwe dibe berdewamiya bûyerên 17 û 25'ê Kanûna 2013'an.
Bêguman hewldana cûntaya leşkerî wek encama şerê yeksalî yê giştî ku li Kurdistanê tê meşandin derketiye holê. Divê rêveberiya AKP'ê vê rastiyê pir baş bibîne: Eger hûn tank û topan bişînîn ser bajarên kurdan wê demê wek çawa tu kurdan diperçiqînî, li dijî te jî cûntaya leşkerî tê lidarxistin. Ew kesên navborî gava Sûr, Gever, Şirnex û Nisêbînê dişewitandin û xeradikirin 'qehreman' bûn. Lê gava ku li dijî desthilata AKP'ê ketin nav hewldana cûntaya leşkerî bûn xayîn. Hem jî bûn xayinên herî kirêt û hov.
Bi vê aliyê xwe ve bûyerên li Tirkiyeyê yên vê gavê dişibine yên salên 1979 û 80'an. Komkujiya Mereşê ya di 19'ê Kanûna 1978'an de dest pê kir, piştre li bajarên kurdan û metropolan rêveberiya leşkerî hat îlankirin, ew pêvajo cûntaya Îlona 1980'î bi xwe re anî û tevahiya Tirkiyeyê radestî rêveberiya leşkerî kir. Niha jî li dû komkujiya Pirsûsê ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de heman tişt hat kirin, piştre di 24'ê Tîrmehê de li dijî gelê kurd şer hat îlankirin û di encama şerê topyekûn ê salekê de jî rêveberiya awarte li ser tevahiya Tirkiyeyê hatiye ferzkirin.
Divê em babetê bi rasteqînî zelal bikin. Pir eşkere ye ku hewldana cûntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê encama şerê 24'ê Tîrmehê yê li tevahiya Kurdistanê ye. Pergala şerê taybet ya li hemberî berxwedana Kurdistanê têkçûyî, ketin nav şerê navxweyî. Ew pêvajoya ku bi xistina Ahmet Davutoglu re dest pê kirî, bi hewldana cûntaya leşkerî re gihişt asta herî bilind û hîna jî dewam dike.
Li aliyê din, hewldana cûntaya navborî wek -Cûntaya Alîgirên Fetullah- îdia dikin. Tê gihiştin ku di nav kesên cûntaxwaz de dendikeke îdeolojîk a rêxistinkirî heye. Dibe ku ev hêza cewherî Fetullahî bin. Lê ne rast e ku mirov tevahiya cûntaxwazan wek Fetullahî bi nav bike. Ji xwe tê dîtin ku hemû jî di heman astê de nerêxistinkirî ne. Li gel ku niha ne zelal e jî, misoger e ku dijberiya Tayîp Erdogan di vê pêvajoyê de hatiye bikaranîn.
Hewldana cûntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê têkoşîna di navbera hêzên sermayedar yên global û faşîzma Tirk a neteweyî de ye. Bi gotineke din, bandora şerê sêyemîn ê cîhanê yê li Rojhilata Navîn a li ser Tirkiyeyê ye. Herwisa daxuyaniyên Amerîka û Ewropayê yên li hemberî hewldana cûntaya leşkerî jî hizreke wisa peyda kiriye.
Bêguman sedemê hewldana cûntaya leşkerî nebûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye û daxwaza rêveberiya Tayîp Erdogan a dîktatoriyeke faşîzan e. Lewre li cihê ku demokrasî hebe, hewldanên cûntayên leşkerî çênabin. Cûntayên leşkerî, li cihên ku rêveberiyên demokratîk lê nebin û dîktatorî hebin tên rojevê. Hewldana cûntaya leşkerî ya dawî jî li şûna ku rêveberiya Erdogan piştî 7'ê Hezîranê siyaseta demokratîk geş bike, bi êrîşên piştî 24'ê Tîrmehê yên faşîst ve hewla cûntayeke sivîl û ya dîktatoriyê da. Herwiha hewldana cûntaya leşkerî ya Fetullahî li dijî cûntaya sivîl a faşîst a Erdogan hate lidarxistin.
Diyar e ku rewşa siyasî û leşkerî ya Tirkiyeyê ketiye nav pêvajoya cûntayên beramberî hev û mekanîka cûntayan di dewrê de ye. Herwisa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya sê salan ev rewş nirxandibû û aliyên têkildar jî hişyar kiribû. Diyar kiribû ku eger rêveberiya AKP'ê pirsgirêka kurd li ser bingeha demokrasiyê çareser neke û berevajî ber bi dîktatoriyê ve bimeşe, wê li Tirkiyeyê hewldanên cûntayan li dû hev bikevine rojevê. Ya piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê qewimî, ew gotinên fîlozofîk ên Rêberê Gelê Kurd in.
Ev geşedan bi tevahî didin nîşan ku li Tirkiyeyê cûntayên sivîl û yên leşkerî li pey hev diqewimin, sedem jî Tayîp Erdogan e ku, hewla sazkirina dîktatoriyeke takekesî dide. Mercên Tayîp Erdogan ber bi dîktatoriyê ve dehf didin jî zihniyeta wî ya înkara hebûn û azadiya gelê kurd e. Lewre zihniyeta ku kurdan înkar dike û dixwaze ji holê rake, bi xwe re dîktatoriya netewe dewletê tîne. Herwiha tekane mercê sazkirina demokrasiya li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd e.
Niha di dema ku li dijî hewldana cûntaya leşkerî behsa serkeftina demokrasiyê tê kirin de, li dewsa ku siyaseta demokratîk bê geşkirin, ji aliyê rêveberiya Erdogan ve rewşa awarte hatiye îlankirin. Bi navê qaşo têkoşîna li hemberî Fetullahiyan de wê li gel tevgera azadiyê ya gelê kurd li ser tevahiya hêzên demokrat zextên dijwar bê bikaranîn û herkesê li dijî dîktatoriya Tayîp Erdogan bin, bêne perçiqandin.
Pir eşkere ye ku eger li Tirkiyeyê demokrasiya rastîn nebe, yan wê rêveberiya leşkerî yan jî cûntaya sivîl li ser kar be. Ango yan wê rêveberiya leşkerî yan jî rêveberiya rewşa awarte desthilat be. Tirkiye wê li bin destê zext û zilma dîktatoriya faşîst a leşkerî û sivîl de bimîne. Ji bilî demokrasiya rastîn civaka Tirkiyeyê wê di navbera cûntayên leşkerî û yên sivîl de bimîne. Herwiha tekane rêya demokrasiyê ya Tirkiye ji dîktatoriya faşîst rizgar bike, demokrasiya rastîn ya pirsgirêka kurd çareser bike ye.
Helbet gelê kurd û hêzên şoreşger-demokrat ên Tirkiyeyê li dijî hewldana cûntaya leşkerî ne û helwesta xwe jî bi zelalî diyar kirine. Lê çawa ku li dijî cûntaya leşkerî ne, wisa jî li dijî dîktatoriya sivîl - faşîst a AKP ê ne. Herwiha wê li hemberî dewleta AKPê ya ku di bin dîktatoriya rewşa awarte de tê sazkirin têbikoşin. Rêya vê jî yekîtiya tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk e. Tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk wê di vê serdema hesas de bihîstyariya pêwist bidin nîşan û siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ava bikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA