YAKAY-DER merasima bîranînê lidarxist
YAKAY-DER merasima bîranînê lidarxist
YAKAY-DER merasima bîranînê lidarxist
YAKAY-DER ji bo gerîlayên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û kesên di salên 90’an de bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin merasima bîranînê li dar xist. Gelek hemwelatî beşdarî merasimê bûn.
Ji aliyê YAKAY-DER ve ji bo gerîlayên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û kesên di salên 90’an de bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin, li avahiya Rêxistina Zeytînbûrnu ya BDP’ê merasimeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ligel malbatan rêveberê BDP’ê yê Stenbolê Mehmet Bozdemîr, Hevserokê rêxistina BDP’ê ya Zeytînburnu Îsmet Çetînkaya, Serokê YAKAY-DER Velat Demîr û gelek hemwelatî amade bûn.
Li salona merasimê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn ku koşeyek bi rengên kesk û sor û zer hatibû xemilandin mûm jî hatin pêxistin û wêneyên gerîlayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane û kesên bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin, li wê koşeyê hatin daliqandin.
Bîranîn ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û axaftina yekemîn ji aliyê Alîkarê Serokê YAKAY-DER Aydin Nas ve hat kirin. Nas diyar kir ku, gelê Kurd heta gihiştiye van rojan gelek berdêl daye û axaftina xwe wiha domand: “Divê em têkoşîna wan bilind bikin û gelê xwe bi azadiyê tacîdar bikin. Em wek YAKAY-DER li hember şehîdên xwe yên ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine bi rêz bejna xwe ditewînin.”
‘EM TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK Û KURDISTANEKE AZAD DIXWAZIN’
Piştî Nas Hevserokê rêxistina BDP’ê ya Zeytînburnu Îsmet Çetînkaya jî diyar kir ku, Kurd bi zor û zehmetiyan hatin van rojan û got, “Vê sîstemê qetlîam û wehşet ji bo me rewa dît. Em qet ji sîstemê bawer nakin.” Çetînkaya anî ziman ku, kurdan di sala 1984’an de li hemberî vê wehşetê serî rakirine û ev xusûs diyar kir: “Em wek gelekî ji tunebûnê afirîn. Em kurd Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistaneke azad û li Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin.” Rêveberê Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê Mehmet Boztemî jî got ku, Komara Tirkiyeyê li ser polîtîkayên înkar û îmhayê ava bûye, qetlîam û êş jî berhemên wan polîtîkayan e.
Kurê Egîd Akîpa yê di sala 1991’ê de bi awayekî kiryar nediyar hat qetilkirin Fehmî Akîpa jî anî ziman ku, di pêvajoyeke tarî re derbas bûn û gelek berdêl dan. Akîpa têkildarî bavê xwe wiha got, “Bavê min ji ber di nav civakê de wek welatparêz dihat naskirin hat qetilkirin. Wezîfeya me ew e ku em li bîranîna wan xwedî derkevin û têkoşîna wan bigihînin serketinê.” Mustafa Arslan jî diyar kir ku, bira û kurê wî yên di salên 90’an de tevlî PKK’ê bûn jiyana xwe ji dest dan û ev xusûs diyar kir: “Di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de ji pêvajoyeke ku dihat gotin, ‘Kurd nîn in, Kurdistan nîn e’ em gihiştin van rojan.”
Dayîk Leyla Acet a ji sala 1995’an ve ji kurê xwe Nîhat Acet ê beşdarî nav PKK’ê bûye tu agahî negirtine bi zimanê xwe yê dayîkê erebî axivî û wiha got, “Di destpêkê de ez Qendîl, Mexmûr û tevayî gelê me silav dikim. 18 sal in agahiya min ji kurê min nîn e. Sax be jî jiyana xwe jî ji dest dabe ez dixwazim agahiyekê ji kurê xwe bigirim. Ez ê timî şopdarê doza wan bim.”
Piştî axaftinan Nergîz Eroglu ya ji malbateke kesên wendayan e helbesta “Gora Wenda” xwend. Paşê zaroka bi navê Şoreşger Bêrîtan Ercan a sîstema dewletê red kiriye û naçe dibistanê helbestek bi kurdî xwend û her kes dawetî redkirina sîstemê kir.