'Ya tu li aliyê hêzên azadiyê ye, yan jî li aliyê faşîzmê ye'

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî destnîşan kir, ku faşîzma AKP/DAIŞ'ê êrîşî kê bike, ew ê qat bi qat zêdetir bersivê bidin.

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Navbera vê nîne! Ya tu bi hêzên azadiyê re ye, yan jî li aliyê faşîzmê ye."

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"JI BO TÊKBIRINA FAŞÎZMA AKP/QESRÊ

-Yên ji ber tirsa zext û zilmê li ber faşîzmê serî tewandine! Bi tenê rabin ser xwe, ev yek têrê dike.

-Yên ji ber berjewendiyên madî yên biçûk dest li ber eşqiyayên desthilatdariyê dest vekirine! Sedeqeya zaliman red bikin.

Yên ji ber neçareseriyê tengav bûne û ketine xewa giran! Şiyar bibin û lê bipirsin.

-Yên mûxalîfên neheqî, ne edaletî û mêtîngeriyê ne, lê belê bi tenê dikin himehim! Li dijî tarîtiyê bi rengekî zelal û xurt daxwaza azadiyê biqîrin û rastiyan ji derdora xwe re vebêjin.

-Yên dibêjin 'Êdî bes e'! Li dijî mêtîngeran, serdestan û li dijî hêzên tarî yên we difetisînin, rahêjin çeka xwe û biteqînin.

RABÛNA LI BER ZILMÊ DI RUH Û KEVNEŞOPIYA ME DE HEYE

-Anatolî, Mezopotamya û Trakya mîna her devera cîhanê, xwedî kevneşopiya rabûna li ber zilmê ne.

-Herêma me dergûşa ronahiyê ye, ku tarîtiyê diçirîne.

-Çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst wê bi ti awayî nikaribin gelên herêmê têk bibin.

-Pişta xwe dispêrin kîjan hêza emperyalîst, kîjan berjewendiyan jî, wê tevî cehenema ku wan afirandine, tine bibin.

-Çiqasî derewan dikin bila bikin, ew ê di nava derewên xwe de bifetisin.

-Bi bombeyan, fîşekan, îşkence û destavêtinê êrîş bikin jî, wê di nava sîstema xwe ya tarî de bieciqin û tine bibin.

LI BER DESTHILATDARIYA FAŞÎZMÊ RABIN

-Çawa çêbû ku faşîzma AKP/DAIŞ'ê ya riziyayî bi ser gelan ve hatiye?

-Bersiveke welê ya vê pirsê heye, ku dibe her kes lêpirsîna daxwaza bike.

-Sedema giştî û rasteqîn a desthilatdariya faşîst, civaka riziyayî ye, mirovên xwe û hev girîng nabînin, ji hev bawer nakin e.

-Faşîzm windakirina hêza kûrbûnê, nirxandinê ye.

-Desthilatdariya faşîzmê, heta em destûrê nedin, em rê li ber venekin, wê bi ti awayî nikaribe pêk were.

YEKANE JEHRKUJA FAŞÎZMÊ, ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YE

-Me rê nedan faşîzma AKP/DAIŞ'ê û em ê ji niha û pê ve jî rê nedin!

-Nepênake ku li gorî hevsengiyekê em bi AKP'ê re bijîn.

-Ya ew ê tine bibin, yan jî em ê tine bibin!

-Faşîzm dizane nikare me kedkar, gelên bindest tine bike, lewma dixwaze di bin kontrolê de bigire.

-Hewl dide gel, mûxalîfan parçe bike, bêdeng bike û bi vî rengî zexta lihevkirinê bike.

-Ti alternatîfeke lihevkirinê nîne.

-Faşîzma AKP/DAIŞ'ê êrîşî kê bike, Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî wê qat bi qat bersivê bidin.

-Hêzên Azadiyê yên Yekbûkyî xwedî wê amadekariyê ne, ku faşîzma AKP/DAIŞ'ê tine bikin."