'Ya ku Tirkiye dike sûcê şer e'

Êrîşa artêşa Tirk a li hemberî goristanên gerîlayên Kurd, li Elmanyayê rastî nerazîbûnan hat. Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek sûcê şer e.

Êrîşa artêşa Tirk a li hemberî goristanên gerîlayên Kurd, li Elmanyayê rastî nerazîbûnan hat. Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek sûcê şer e.

Nerazîbûna li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û goristanên gerîlayên PKK'ê yên li Kurdistanê, zêde dibin. Koma bi navê Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf/Ronahî ya li Elmanyayê, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî van êrîşan da û bang kir ku Erdogan û artêşa Tirk dawî li sûcên xwe yên şer ên li Kurdistanê bînin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP'ê li hemberî HDP û gelê Kurd şer îlan kiriye û got, "Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Sebahattîn ozturk, ji bo xerakirina 14 şehîdgehên gerîla yên li Bakurê Kurditanê fermanname şandiye ji awliyan re. Di sibeha 18'ê Îlonê de hêzên hewayî yên Tirk bombe li şehîdgeha li Gimgimê barandine û ew xera kirine. Heman rojê danê nîvro, artêşa Tirk ji bo şehîdgeha li bejahiya Wan/Keleh a li Şaxê xera bike, dest bi operasyonê kiriye. Ev fermanname, li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî, nîşaneya sucê şer e ku Wezîrê Karên Hundir dike. Bi fermana Erdogan re bombekirina gund û bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê, qetilkirina sivîlan, şewitandina daristan û zeviyên welatiyan, sûcê şer e." Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya NATO'yê ya li hemberî vê rewşê, bi zimanekî tund hat rexnekirin.

'TIRKIYE PÊŞÎ LI ÇARESERIYA AŞTIYANE DIGIRE'

Koma Dostên Enternasyonalîst ên Adrea Wolf/Ronahî dan xuyakirin ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ji ber serketina HDP'ê ket nava tirsa windakirina desthilatdariya xwe, li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd şer îlan kiriye û got, "Tevî şerê navxweyî yê çar sal in li Sûriyeyê didome û şerê li Iraqê, rêveberiya Tirk bi êrîşê bersiv da îlana xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd û êrîşî çepa Tirkiyeyê kir. Van êrîşan felaeta Rojhilata Navîn kûrtir kirin. Tirkiye ya ku bi salane li hemberî xwerêveberiya li Rojava destekê dide DAIŞ'ê, bi destpêkirina şerê li nava xwe re pêşî li çareseriya aştiyane ya şerê li herêmê digire. Dixwaze tevgera azadiyê ya Kurd û Rojava a dikare ji hemû civak û baweriyan re bibe modeleke wekhev, bi vî rengî tine bike. Dilê me bi wan mirovan re ne, ku bi taybetî bi bedena xwe re şehîdgeh ava kirine, lê dinêrin û bîranîna wan tevî gefên tên xwarin jî bi çalakiya nobedê diparêzin re ye."

'DIVÊ ELMANYA QEDEXEYA LI SER PKK'Ê RAKE'

Koma Dostaniya gerîlaya ARGK'ê Andrea Wolf/Ronahî ya li Wanê di sala 1998'an de piştî ku bi du hevalên xwe re bi saxî hat girtin û dûre hat qetilkirin, ev bang kir:

- Pêwîste êrîşên li hemberî gelê Kurd tavilê werin sekinandin

- Artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re bombeyan li xwezayê, bajaran, gund û şehîdgehan dibarîne. Divê bi lezgînî vê helwesta xwe biterikîne

- Divê hemû girtiyên siyasî werin berdan

- Girîng e sûcên şer bên ronîkirin û kiryar werin cezakirin

- Pêwîste hikûmeta Elman, tavilê desteka xwe ya ji bo Erdogan ê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd şer daye destpêkirin, bisekinîne

- Hewce ye statuya Rojava li qada navneteweyî were naskirin û korîdoreke însanî bê vekirin

- Divê qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê tavilê were rakirin

- Weke mînakên Arjantîn, Gûatemala û Şîlî, bi dehan salan dewam bike jî di dawiya dawî de pêwîste îşkencekar û kujer ên li Kurdistanê tevgeriya ne, bên darizandin.