Xwendekaran li Zurîh ji bo gelê Kobanê û Şengalê stand vekirin
Xwendekaran li Zurîh ji bo gelê Kobanê û Şengalê stand vekirin
Xwendekaran li Zurîh ji bo gelê Kobanê û Şengalê stand vekirin
Xwendekarên Kursa Kurdî yên li Quartîerhaus a Zurîhê ji bo gelê Kobanê û Şengalê standa alîkariyê vekirin
Xwendekarên gihiştî ên Swîsreyî, Îtalî, Kurd û gelên din, bi armanca alîkarîdayîna gelê Kurd ên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne, roja Şemiyê li Winterthurê standa xwarin û agahdarkirinê vekirin. Xwendekaran li malên xwe xwarin çêkirin û anîn li ser standê hem firotin, hem jî rêya belavokan û bi awayekî devkî der barê rewşa li Kobanê û Şengalê û mexdûriyeta gelê Kurd de agahî dan.
Kesên di wir re derbas bûn û stand ziyaret kirin, bi dildarî alîkarî dan û diyar kirin ku ew ji rewşa gelê Kurd haydar in û dilê wan li cem gelê Kurd e.
Standa ji sibehê saet 9.00 heta 16.00’an domiya ji aliyê gelek Swîsreyîyan ve hat ziyaretkirin û piraniya wan bê ku tiştekî bixwin alîkarî dan û piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re diyar kirin.
Di encama vê xebatê de 2843 Frankên Swîsreyî yên hatin komkirin li ser kontoya Heyva Sor a Kurdistanê hat razandin ji bo ji gelê Kobanê û Şengalê re ji xwendekarên Kursa Kurdî bibe alîkariyeke dildarî.