Xwendekar li edliyeyê rastî îşkenceyê hatin
Xwendekarên ji dema hatin binçavkirin rastî îşkenceye hatin, li avahiya edliyeyî jî ji aliyê polîsan ve hatin tehdîdkirin.

11 xwendekarên şoreşger ên duh li Zanîngeha Stenbolê dema bîranîn pêk dianîn, hatin binçavkirin, îşkenceya li hember wan heta avahiya edliyeyê jî dewam kir.
Xwendekar Anil Can Tuncer, Fatîh Hatayoglu, Fulya Yagci, Yusuf Sîncar, Kamîl Tanir, Vural Ulugana, Sumeya Atîlla, Çagla Aydin, Ozan Uner, Soner Dabrîç û Sude Ozan Ak ku li erdê hatin kaşkirin û binçavkirin, sewqî Edliyeya Çaglayan hatin kirin. Xwendekar bi hinceta, "Li hember Qanûna Hejmar 2911 a Civîn û Meşên Xwepêşandanê muxalefet” û "Li hember polîsan derketine” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji ber îşkenceya polîsan li edliyeyê jî dewam kir, parêzer der barê polîsan de gilî kir.
Parêzer xwest qeydên kamerayan yên cihê bûyerê bên girtin, der barê polîsên sûc kirine û amirên wan ên ferman dane lêpirsîn bê vekirin.