Xwediyê qesrê li Kolnê Erdogan nexwest!
Malbata xwediyê qesra dîrokî Wahn a li Kolnê nexwest ku Erdogan biçe qesrê. Li ser vê yekê serdana Erdogan û Serokwezîrrê Eyaleta NRW’ê Lacshet li mêhvanxaneya li balafirgeha Kolnê li hev civiyan.
Malbata xwediyê qesra dîrokî Wahn a li Kolnê nexwest ku Erdogan biçe qesrê. Li ser vê yekê serdana Erdogan û Serokwezîrrê Eyaleta NRW’ê Lacshet li mêhvanxaneya li balafirgeha Kolnê li hev civiyan.
Erdogan ê ev raja çaran e li Elmanyayê ye, vê sibehê taştiya xwe li gel Serokwezîr Angela Merkel xwar û civiyan.
Erdogan îro piştî hevdîtina li gel Merkel wê ber bi Kolnê bikeve rê. Li bendê bu ku Erdogan li Kolnê li qeesra Wahn li gel Serokwezîrê Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) bicive.
Li ser vê xwediyê qesrê ragihand ku Erdogan naxwazin. Li ser zextên rêveberiya NRW’ê malbatê serî li dadgeha îdarî ya Kolnê dan. Dadgehê daxwaza malbata a ku ‘Em naxwazin mêhvandariya b i armancên siyasî bike’ bi maf dît.
Li ser vê piştî ku Erdogan ji balafirgeha Bonn/Kolnê peya bû li mêhvanxaneya girêdayî Wezareta Parastinê ya li nava balafirgehê li gel Serokwezîrê eyaleta NRW’ê Laschet li hev civiya.