Xoşnav Ata wê sibê li PE’ê civîneke çapemeniyê li dar bixe

Xoşnav Ata ku 32 hefte ye li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî nobetê digire, wê sibê li Parlamentoya Ewropayê civîna çapemeniyê li dar bixe.

Civîna çapemeniyê ya ku wê di 15'ê Adarê saet 11'an de destpê bike, wê li salona çapemeniyê ya Parlamenta Ewropayê ya li Strasboûrgê bê lidarxistin.

Xoşnav Ata ev nêzî 32 hefte ye li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li Laheyê nobetê digire. Ata yê ku pirsa “Dewleta Tirk biraziyê min bi çekên kîmyewî qetil kir! OPCW hûn çima lêkolîn nakin?” dipirse, di çarçoveya çalakiya xwe de bi gelek sazî û rêxistinên navneteweyî re di nava têkiliyê de ye.