Komaleyê Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 361'emîn li ber abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê kom bûn. Rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, Dayîkên Aştiyê, xîzmên wîndayan, nûnerên SES, KESK û MEYA-DER'ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê vê hefteyê de aqûbeta Nurettin Yedigol ê ku di 12'ê Nîsana 1981'an de bi serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin hate pirsîn û xwestin ku aqûbeta Yedigol bê ronîkirin. Serokê Komeleyê Mafê Mirovan a Amedê Raci Bilici diyar kir ku dewlet bizanebûn naxwazê kiryarên wan bûyeran derxe hole û nirxandina "Em dizanin ku kiryar kî ye bila kujer bên dîtin û darizandin" kir.
Şaxa SES'ê ya SES'ê Ramazan Kaval jî li ser navê endamên SES'ê yên ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nobetê digirin diyar kir ku ev şer piştî 7’ê Hezîranê şûn de destpêkiriye û wiha got: "Me çiqas xwest ku mirovan bidin jiyîn, dewlet jî ewqas hewl da ku mirovan qetil bike. Me berxwedaneke spî da destpêkirin. Dewlet jî peyamê "Hûn çiqas li ber xwe bidin em ê jî ewqas qetil bikin, dide. Roja berxwadana me ya 2'yemîn de hevalê me Azîz qetil kirin. Em dîsa dibejin. Ev şer 30 sal in bi qetilkirinê ve neqediya û ji vir şûn ve jî naqede. Divê ji bo jiyanek bi rûmet em destê xwe bidin hev."
Piştî axaftinan aqûbeta Nurettîn Yedîgol hat xwestin. Hat diyarkirin ku Yedigol di 12’ê Nîsana 1981' an de bi serdergirtina malan de hatiye binçavkirin. Dema binçavkirinê de rastî îşkenceyek giran hatiye û hatiye tazîkirin. Hevalê Yedigolê herî dawî ew di binçavkirinê de dîtine û piştî vî ji Yedigolê ti car agahî nehatiye girtin.
ÎZMÎR
Endamên ÎHD'ê Îzmîrê û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Sumerbanka Konakê daxuyanî dan. Di çalakiya ku Endamên Meclîsa Aştiyê jî piştgirî dan de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de bi munasebeta qatlîama Basanê, qatlîam hate vegotin.
Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek, axivî û xwest ku bila hesabê ji Basanê heta Sûrê qatlîamên ku kiryarên wan dewlet e, bên pirsîn.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
ÊLIH
ÎHD û xizmên windayan cara 361'emîn li Cadeya Gulîstanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn. Di çalakiyê re rêveberê ÎHD'ê parêzer Mesut Aydin axivî û bal kişand qatlîam û êrîşên li Kurdistanê. Got ku ew ê têkoşîna 3 jinên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir xwedî derkevin. Aydin got ku divê qedexeyên li Kurdistanê demildest bên rakirin.
GEVER
Xizmên windayan û ÎHD ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin cara 90'emîn li kolana Hunerê hatin cem hev. Malbata mamosteyê bi navê Suleyman Aksu yê li Pirsûsê hate qetilkirin û xwîşka Metîn Goktepe, Meryem Goktepe jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê. Çalakiya vê hefteyê de çîroka qetilkirina Metîn Goktepe hate xwendin.
Piştî rêzgirtinê kurê Abdullah Canan ê hate windakirin, Tayyîp Canan axivî diyar kir ku Goktepe yek ji rojnamgerên ku çalakiya Dayikên Şemiyê dişopand bû. Piştre jî xwîşka Metîn Goktepe, Meryem Goktepe axivî wiha got: "Êdî me anîne wî rewşê ku fedî dikin şîna Metîn bigirin. Zarokên di zikê dayikên xwe de, li kolanan dayîk man. Zarokên ku bedena dayikên xwe yên bêcan dîtin man."
Goktepe wiha axivî: "Metîn ji bo ku winda nebin, li kû derê lêgerîna maf hebû Metîn li wir bû. Metîn li vir bûya dê rastiya li pişt barîkatan bigihanda gel. Li kû derê rastî bê tarîkirin li wir destpêkê rojnameger tên qetilkirin. Li vî welatî ji 100'ê zêdetir rojnameger hatin qetilkirin."
Goktepe got ku hatiye xwestin rojnamgerê DÎHA'yê Nedîm Oruç jî bê windakirin û wiha got: "Destên me li ser dilê me em heta sibehê ji bo Nedîm raneketin. Em ji bo Metîn dereng man, lê ji Nedîm me got dereng nemînin. Salên 90'an tînin bîra me. Lê ti zalim heta dawî nikare bijî. Zilm wê gora xwe bixwe bikole."
Piştî daxuyaniyê Goktepe û xizmên windayan çûn serdana konê mertalên zindî ya li Taxa Eskî Kişlayê.