Xizmên windayan li hember tehliyeya Temîzoz nerazîbûn nîşandan
Xizmên windayan li hember tehliyeya Temîzoz nerazîbûn nîşandan
Xizmên windayan li hember tehliyeya Temîzoz nerazîbûn nîşandan
Xizmên windayan, li Amed, Êlih, Cizîr û Geverê mîna her Şemî îro jî di nav çalakiyan de bûn. Dayikan li Amedê banga rûbirû hatina darbeya 12’ê Îlonê re kirin. Her wiha kesên di teqîna 12’ê Îlona 2006’an li Koşuyolu ya Amedê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di çalakiya Cizîrê de jî li hember tehliyeya Temîzoz nerazîbûn hat nîşandan.
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlih û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 292'an de xwestin kiryarên kesên di teqîna di 12'ê Îlona 2006'an de li Parqa Koşuyoluyê de jiyana xwe ji dest dan bên dîtin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteyê ya bi armanca ‘winda bên dîtin kiryar bên darizandin’ li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û di binçavan de hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya her hefteyê de çîroka kesên hatin windakirin tê vegotin de di çalakiya vê hefteyê de xwestin ku qatilên kesên di teqîna 12'ê Îlona 2006'an de li Parqa Koşuyoluyê jiyana xwe ji dest dan bên dîtin.
Di çalakiya malbatên 10 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan tevlîbûn de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi hişmendiya 12'ê Îlonê hêzê digire û êrîşê mafan û jiyana mirovan dike û wiha got: "Li Tirkiyeyê hêj hişmendiya nijadperest, yek ziman, yek nîjad berdewam dike. Pêvajoya çareseriyê hêj berdewam dike. Lê me dizanî ku pêvajo bi hişmendiya yek ziman û yek nîjad pêşve naçe. Nêzîkahiya li hemberî perwerdehiya zimanê zikmakî ji hişmendiya 12'ê Îlonê cuda nîn e." Bîlîcî, bertek nîşanî serbest berdana Cemal Temîzoz da.
Dayika Rohilat Aslan û bavê Hasan Marangoz ên ku di teqîna Parqa Koşuyoluyê de jiyana xwe ji dest dan jî axivîn. Bavê Hasan Marangoz Burhan Marangoz, diyar kir ku bi salane li Tirkiyeyê zarok tên qetilkirin û wiha got: "Zarokên kurd her tim hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Berpirsiyarê qetilkirina zarokan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e.
Dayika Rohilat Aslan Remziye Aslan jî diyar kir ku dewlet wekhev nêzî neba û wiha got: "Ji ber ku em kurd in her tim em tên qetilkirin û dewlet jî qatilan diparêze. Tenê daxwazeke min heye. Ew ji qatilên kurê min bên dîtin û bên darizandin."
Piştî axaftinan qurnefîl danîn cihê teqînê û çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan li Êlihê jî çalakiya xwe ya hefteyî ya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li dar xistin. Çalakî li ber Parqa Yilmaz Guney (Parqa Ataturk) di hefteya 292'an de hate berdewamkirin. Di çalekiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên KURDÎ-DER, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek kes amade bûn. Ewil li ser navê ÎHD û xizmên windayan rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Salîh Astan axivî û diyar kir ku biryara xerakirina dibistana kurdî ya li gundê Kerwas a Liceyê ne mafê mirovan e û got ku xerakirina dibistanê tunekirina gelê kurd e.
Piştî Astan, endamê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz daxuyanî xwend. Yildiz, bal kişand ser qetliyamên di salên 1990’î li Kurdîstanê pêk hatin û got ku ew daxwaz dikin kujer bên dîtin û aqubeta kesên winda zelal bibe. Yildiz, destnîşan kir ku kesên li Muglayê Şerzan Kurt ê ji bo ku mafê xwe perwerdehiyê bikar dianî qetilkirin û kesên li Antalya Mahîr Çetîn ê ku mafê xwe xebatê bikar danî qetilkir heman kes in û wiha pirs kir: “Ev êrîşên li hember civakek diyar ku tên meşandin armaca wan çiye? Heke ku ev ji navendekî nayên birevebirin, sebeba ku ev kes nayên darizandin û nayên cezakirin çiye?”
Yildiz, bibîr xist ku duh salvegera 12’ê Îlonê bû û got ku piştî duh şûn ve Albayê teqewît Cemal Temîzoz dê girtina xwe wek dîrok ji xwe re bikar bîne. Yildiz, da zanîn ku dewlet li hember girtiyên nexweş yên di girtîgehan de ber bi mirinê ve tên rêkirin temaşevan dimîne û got ku lê Cemal Temîzoz ê ku destê wî ketiya xwîna bi hezaran mirov li gel ku 18 sal ceza sitendiye jî sertbest tê berdan.
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê bi dawî bû.
CIZÎRÊ
Serhengê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz dan û pirsa heke Temîzoz û hevalên wî serbest hatin berdan wê demê kê zarokên me qetilkirin û hestiyên wan li ku ne pirsîn.
Dayikên Şemiyên yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî ya bi armanca aqubetên kesên di salên 90'an de ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin li ber Liceya Anadolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatîn qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Malbatan bertek nîşanî serbestberdana ji fermandarên JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz ê ku berpirsiyarê cînayetên kiryar nediyar ê salên 1993-95'an li navçe û navenda Şirnexê pêk hatin dihate darizandin, dan.
Di çalakiya hefteyî de çîroka Mehmet Îlbasan ê ku di sala 1993'an de li gundê Kovex ê navçeya Hezexê ya Şirnexê hate windakirin hate vegotin. Çîroka Îlbasan ji aliyê hevsera wî Kadriye Îlbasan ve hate vegotin. Îlbasan wiha got: "Dema hevserê min ji bo ku li Cizîrê deynên xwe bigire çû û di rê de ji aliyê JÎTEM'ê ve bi zorê hate revandin. Cemal Temîzoz û ekîba wî hevserê min bi rojan di bin tava rojê de hiştin û bi îşkenceyê û birçîbûnê qetil kirin. Heke Temîzoz û hevalên wî serbest hatin berdan wê demê kê hevserê min qetil kir? Tansu Çîller mirov qetil kirin. Hikûmeta AKP'ê jî heman tiştan dike. Mirov tên windakirin, qetilkirin û diavêjin girtigehan. Edalet nayê bikaranîn. Neheqî dîsa tên kirin. Dewlet dîsa dewlet e. Disa dijminên kurdan li Şengalê bi destê Tirkiyeyê komkujiyan dikin."
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnexê Yusuf Vesek jî diyar kir ku Temîzoz di salvegera 12'ê Îlonê de serbestberdan balkêş e û wiha got: "Di rojeke wisa de serbestberdana qatîleke tescîlî xelatkirin û rûmetkirin e. Bi hezaran kesan ji cînayetên Temîzoz kirin re şahîdî kirin. Ligel van hemûyan Dadgeha Bilind biryara serbestberdana wî da."
GEVER
Xizmên windahiyan ên Geverê kujerên Fettah Yaşar û Şevket Kartal ên ku di sala 1994'an de di encama guleberana panzêr û helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan pirsîn.
Xizmên windahiyan û reveberên ÎHD'ê yên Gevera Colemêrgê ji bo aqubeta kesên ku hatine qetilkirin bipirsin di çalakiya hefteya 25'an de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Ewilî nûnerê ÎHD'ê Muhyettîn Unal axivî. Unal diyar kir ku serbestberdana Cemal Temîzoz ê ku berpirsyarê "kujerên nediyare" bi tu awayî qebûl nakin.
Leyla Yaşar çîroka qetilkirina apê xwe Fettah Yaşar ê ku di 11'ê Tîrmeha 1994'an de ji hêla leşkeran ve hat qetilkirin vegot. Yaşar got ku apê wê bi Şevket Kartal re bazirganiya heywanan dikirin û wiha axivî: "Leşkerên ku hatin gund apê min û hevalê wî Şevket Kartal binçav kirin. Ji wan re gotin ku 'hûn alîkariyê didin PKK'ê'. Dawiyê wan serbest berdan. Apê min û hevalê wî ji bo rewşa heywanan hîn bibin dîsa çûn gund û hêj nîv seat neqediya bû leşkeran bi panzêr û helîkopterê wan gulebaran kirin. Cenazeyên wan anîn gund û wekî ku PKK'yî qetilkirine nîşanî welatiyan dan. Dawiyê cenazeyên wan li pey panzêrê girêdan û heta sûka Geverê bi erdê re kaş kirin. Li ser vê yekê guhên wan jê kirin." Yaşar da zanîn ku ligel ku derbarê kujeran de serlêdana sûc kirine lê ti tiştek nehat kirin. Yaşar xwest ku kujerê apê wê û hevalê wî bên darizandin.
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.