Xizmên windayan li aqûbeta Narîn û Ozkan pirsîn

Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê ji bo Vahîd Narîn û Mîkdat Ozkan hatin cem hev.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 712'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên  dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev. Rêveberên şaxên sendîkayên Amedê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li çalakiya xizmên windayan bûn.

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakûp Guven, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Kurd ji ber daxwazên xwe yên polîtîk tên qetilkirin û ji bo dîtina kujerên wan lêpirsînên bi bandor nayên kirin..Guven qetilkirina Ceylan Onkol jî bi bîr xist û got; “Ji bo dosyaya Ceylan Onkol biryar lêgerîna daîmî hatiye dayîn û kûjerên wê nehatine cezakirin. Heta ku faîl bên dîtin wê çalakiya me bidome."

Di çalakiyê de çîroka Vahîd Narîn ê di 2'ê Cotmeha 1992'an de li navçeya Qulpê ya Amedê li otelekê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, hate xwendin. Piştre keça Narîin Îkram Narîn axivî û ev tişt got: "Bû 30 sal, li Pasûrê bobelateke mezin pêk hat. Di nav vê bobelatê de bavê min hat qetilkirin. Bavê min esnafek bû. Mirovekî welatparêz û aştîxwaz bû. Girêdayî gelê xwe bû. Em her sal vê bobelatê dijîn. 30 sal derbas bû lê hê jî jana wî derbas nebûye. Me bi tu awayî dev ji doza xwe berneda. Tevî ku delîlên şênber hene jî me encamek negirt. Bi tu awayî kujer nehatin dîtin û radestî darazê nehatin kirin."

Piştî xwendina çîroka qetilkirina Narîn çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di hefteya 548'emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de xizmên windayan aqûbeta Mîkdat Ozeken ku di 7'ê îlona 1994'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku ji aliyê leşkerên Fermandarê Tabûra Geverê Mehmet Emîn Yûrdakûl ve li gundê xwe hat destgîrkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

 Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz çîroka windakirina Ozeken xwend û xwest ku dozger peywira xwe bi cih bîne.