Xizmên windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn

ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê aqûbeta Mehmet Mungan û Zeynel Kursep pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 736’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêneyên windayan li serê li erdê hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Mungan ku di sala 1998’an de li Silopyayê hat windakirin û piştre tu agahî jê nehat girtin pirsîn.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku ew ji bo edelatekê civakî bi israr in û wiha got: “Gelê Kurd, Newroza îsal diyarî qurbanê erdhejê kir. Dîroka Tirkiyeyê dîrokeke siyaseta tundiyê ye. Ev dîroka Tirkiyeyê di salên 90’î de tê dîtin û di dema nêz de jî tê dîtin. Em tundî û binpêkirinên mafan ên di dîrokek nêz û dûr de li Cizîrê û Silopiya qewimîn şermezar dikin. Newroz ji bo gelê Kurd li dijî înkarê bû sembola cejnê. Em kesên ku di Newrozan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz metna serpêhatiya windakirina Mehmet Mungan xwend. Akdenîz da zanîn ku Mungan ji bo barkirina tiştên ku wê bibin Iraqê diçe Silopiyayê û wiha got: “Piştî derketina ji mala xalê xwe tu agahî jê nayê girtin. Malbata Mungan rojek şûn de ku agahî jê nagirin serî li emniyetê û saziyên leşkerî dixin. Pişti serlêdanê ji bo îfade bide gazî malbatê tê kirin. Lê tu agahî nadin malbatê. Piştî dozên ku sala 2009’an de bi navê ‘Ergenekonê’ dest pê dikin, malbata Mungan serî li Baroya Şirnaxê dide û ji ber şika ku leşkerên ji ‘Ergenekonê’ tên darizandin berpirsê windabûna Mungan bin. Di sala 2011’an de dîsa bi rêya parêzeran hewl didin doz vekin lê di dosyayê de pêşketin çênabe. Mehmet Mungan ji sala 1998’an ve winda ye.”

 Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 ÊLIH

 Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 513’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Zeynel Kursep ê di 24’ê Adara 1994’an de li Êlihê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray daxuyanî xwend û destnîşan kir ku heta ew encamê bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.

 Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.