Xizmên windayan, li 3 bajaran edalet xwestin
Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan, li Îzmîr, Amed û Êlihê daxwaza edaletê kirin.
Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan, li Îzmîr, Amed û Êlihê daxwaza edaletê kirin.
Xizmên windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û azadiya girtiyên nexweş bixwazin di hefteya 450'î de li pêş Sumerbank a Konakê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi dirûşmeya "Bila giriyên nexweş bên berdin" û “winda bên dîtin" kom bûn û aqûbeta Alî Tekdag ê di 13'ê Mijdara 1994'an de li Amedê hat binçav kirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de pankarta "Winda wîcdan e li wîcdan xwedî derkeve" vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî vê hefteyê tevlî çalakiyê bû. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încin daxuyanî xwend.
Încîn çîroka Alî Tekdag xwend û wiha got: "24 sal berê bavê 7 zarokan Ali Tekdag hat destgîrkirin û windakirin. Tekdag, ji hevjîna xwe Hatice Tekdag ku li gel hev bûn got 'Ez wê heta gavek din bêm' û ji hev qut bûn. Piştî 10 deqîqe şûnde di pêş wê re derdbas bû, lê bêdeng derbas bû. Hevjîn Hatîce diyar kir ku di vê rewşê de ket nava fikaran û dît tu 3-4 kesên bi têl ketine pey hevjînê wê. Tekdag da zanin ku kesên ketibûn hevjînê wê kesên bi bêtêl û çek bûn û demek şûnde gule berdan hevjinê wê. Piştre Tekdag girtin û birin avahiyê. Sivilên ku Tekdag destgîrkirin piştre avêtin dolmîşê û birin. Hatîce diyar kir ku pişti wê demê serî li hemû sazî û dezgehên dewletê da, lê carek din agahî jê negirt. "
Încîn, diyar kir ku piştî Tekdag carekê hat binçav kirin û şûnde her dem hat şopandin û gelek carên din hat destgîrkirin. Încin, bibîr xist ku gelek caran polisan di ser mala wan de girt û herî dawî Tekdag koçî Îzmîre kirin û wiha got: "Demek şûnde malbata Tekdag dîsa vegeriyan Amedê. Polîsan dîsa Tekdag bêzar kirin. Tekdag 19 caran hat destgîrkirin. Her cara ku hat destgîrkirin êşkence lê hate kirin. Hatice, ji bo hevjînê xwe serî li DGM, Walîti û ÎHD'ê da. Dîsa serî li Rêxistina Efoya Navneteweyî da. Tevî hemû serlêdanên ÎHD’ê rayedaran qebûl nekir ku Tekdag hatiye destgîrkirin. Kesê bi navê Seyfettîn Demir li gel Tekdag di heman hucreyê de hat girtin. Ji Demîr xwest ku agahiyê bidin malbatê. Lê piştî wê demê carek din agahî ji Tekdag nehat stendin.
Încîn, da zanîn ku pişti Tekdag hat destgîrkirin û windakirin malbatê serî li DMME dan, lê DMME'yê jî Tirkiye mahkûm kir.
Çalakiya malbatan bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
AMED
Li Amedê Xizmên Windakiriyan di hefteya 503’yemîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe ya heftane pêk anîn. Xizmên windakiriyan çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê li darxist û di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Xizmên windakiriyan, rêveber û endamên ÎHD û Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) a Amedê Mehmet Sayin beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heya edalet pêk bê wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Zeytûn bal kişand ser dosyeya Pasûrê ya di demên pêş de hat vekirin û wiha got: “Xelatkirina bersûcan hîna jî didome. Dîsan di doza Ceylan Onkol a berî 9 salan hat kuştin de jî tu pêşketin tuneye.”
Piştî axaftina Zeytûn rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr, çîroka Hakkî Kaya yê li nêzî Mizgefta Hz. Suleyman a navçeya Sûrê di 18’ê Mijdara 1996’an de bi Torosekê sipî hat destgîrkirin û çarek din agahî jê nehat girtin vegot. Demîr, diyar kir ku Hakkî Kaya li navenda Amedê rûdinişt û wiha axivî: “Kaya karê neqliyê dikir. Dema diçû kar 3 polîsên sivîl pêşiya wî girtin û jê re gotin ‘divê tu bi me re heya qereqolê werî.’ Kaya ji wan re got; ‘karê me heye, ez ê dure bêm qereqolê.’ Kaya piştî 3 roj şûnde di 18’ê Mijdara 1996’an de bi hevalên xwe Ahmet Yaşar û Metîn ê paşnavê wî nehat zanîn re li derdora Lîseya Ziya Gokalp ber bi Tekkapi ve dimeşiyan. Di wê navberê de wesayîteke Torosa spî ya plakeya wê 06 EKN 22 nêzî wan dibe. 3 kesên sivîl ên hat gotin ku polisin ji wesayîtê hatin xwarê Hekkî Kaya û hevalên wî di lêgerînê re derbas kirin. Dure Kaya û du hevalên wî li Torosa spî siwar kirin. Lê li nêzî Lîseya Pîşeya Endustrî hevalên Kaya Ahmet Yaşar û Metîn ji wesayîtê dixistin. Ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Hakkî Kaya nehat girtin.”
Demîr da zanîn ku ew dixwazin aqûbeta Kaya û faîlên wî derbikevin holê. Xizmên Windakiriyan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştê pêk anîn.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê û xizmên windakiriyên Êlihê jî, çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 409’emîn de li ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, xizmên windakiriyan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hatin vekirin.
Ji rêvberên ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di 24’ê Îlona 1996’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 10 girtî hatin qetilkirin û gelek girtî jî hatin derpkirin. Weke berê îro jî di girtîgehan de binpêkirinên mafan tên jiyîn û mirov jiyana xwe ji dest didin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.”
Piştî axaftinê, çalakiya rûniştina 5 deqîqe pêk hat û bi dawî bû.