Xizmên windayan ji bo Vedat Aydin kom bûn

Li Îzmîrê ÎHD û xizmên windayan ji bo siyasetmedar Vedat Aydin kom bûn. Aydin ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku “Kujer eşkere ne.”

Li Îzmîrê, xizmên windayan ku çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li ber Sumerbanka ya Konakê li hev civiyan. Di çalakiyê de ji bo Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de li navçeya Madenê ya Xarpêtê hatibû qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.

Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê Alî Aydin axivî û qala pêvajoya windabûn û kuştina Vedat Aydin kir. Aydin, destnîşan kir ku li gel ku gelek sal di ser kuştina Aydin re derbas bûne jî di dosya wî de tu pêşveçûnek çênebûye û ev bang kir: “Di vê dosyayê de nav bi nav faîl û navnîşan diyar in. Bila faîlê bên darizandin û parastina bi bêcezahiştinê bi dawî bibe.”